Anarşist Pedagojiler: Eğitim Üzerine Kolektif Eylemler, Teoriler ve Eleştirel Yaklaşımlar

Robert H. Haworth

Comments and Reviews

See All
416 syf.
8/10 puan verdi
Anarşizm
Welleh bavo ez xwe ji tiştekî nahêlim ha. Hevalekî anarşîst gote min; "were em vê pirtûkê bixwînin." Min jî got; "bila." Pirtûk ji gotarên kesên cûda pêk tê û mijara gotsrsn jî exlebe li ser anarşîzm û perwerdeyê bû. Beriya min bi dest pirtûkê kir çi anarşîzm tiştekî nebaş û tevlihev dizanî. Dawiyê min fêhm kir ku anarşîzm bi rastî jî tevlihev e :)). Lê pesnê van tevliheviyan û nêrînên cûda tê dayin û tê gotin ku;" ev ji bo rewşên cûda amadehiyeke, ango zengînî ye." Weke dema em dibêjin; "Ji bo çi çar mezhebê îslamê hene ma ol ne ola Xwedê ye, bo çi ne yek tene ye?" Seyda jî dibêjin "Ev tiştekî baş e, zengînî ye " ye. Tişta ku li ser anarşîzmê min eciband û min xwe nêzîkî wê kir jî ev e ku; anarşîzm dibêje divê hûn ne li benda şoreşekê bin, hûn bi xwe mesûl in. Ji îro û aniha dest pê bikin." Dema hin kes dibêjin em zilmê dibînin lê bi serhildana me tişt nayê guhertin mela dibêjin;" Xwedê tenê dixwaze hûn zilme qebûl nekin û li ber wê serî hildin. Encam zêde ne giring e." Anarşîzm jî kêm zêde weha dibêje. Pirtûk ji bo min giran hat lê min bi kêfxweşî xwend û pêşniyarî we jî dikim. Bixwînin, bibînin!
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.