Antîgonî
Koro:
Gelek mucîze hene li ser rûyê dinê
lê mûcîza herî mezin mirov e!
...
Mirov bi behredarî û zîrekiya xwe
bi her tiştekî re serî derdikeve,
ji her nexweşiyekê re dermanekî
ji her derdekî re çarekê dibîne
lê tenê nikare ji ber mirinê bireve.
Sofoklîs
Antîgonî :
Min wextekê çîroka bi keser a keça
biyanî ya Tantalosê bihîstibû
li warê Frîgya serê çiyayê Spîlosê
zinar û kevir mîna lavlavkan
çarmedora wê bi şid dipêçin
û dawiyê bi xwe jî hişk dibe,
dibe kevir bedewa Frîgiyayê.
Barana her dem li çiya dibare
berfa quntaran kêm nabe dihele
li ser çav û dêm û lêvan de diherike
hingê dibêjin Nîovî rondikan dibarine.
Bextê min jî niha mîna bextê wê,
min ber bi dawiya min ve dikşîne.
Sofoklîs
Ev tragedya 2500 sal berê,
li Yewnana Antîk hatiye nivîsandin.
Kreon :
Lewra ji pere xerabtir tu îcadek din
evqas ji aliyê mirovan ve nehatiye pesendkirin.
Pere keleyan di hundir de fetih dike,
hemwelatiyan ji mal û warên wan der dike
û wan dixe ser rêyên welatên xerîbiyê,
mirovên bi rûmet û rast ji rêya rast derdixîne
û wan ber bi her cûre xerabiyekê ve dibe.
Sofoklîs
Rewan :
...
Gava mirov dilşadiyên jiyana xwe bikuje
ew ne mirovekî sax e, bi saxî wekî miriyan dijî.
Mal û milkê dinyayê, navûdengî û desthilatî
hemî yên te bin û wekî mîrekî bijî ger dixwazî
lê ji bo min bahayê wan pênc qurîş nake
eger te dilşadî di jiyana xwe de kuştibe.
Beriya her tiştî min pirtûkek ji bo pêşketina kurdî hilbijart. û min xwend.
Zêde eleqeya min bi mîtolojiya yewnanî re nemaye ji ber ku...
Ez pîrozbahiyê li NIVÎSKAR dikim TAHÎRXAN GIRAVÎ ku wergerandibû kurdî, wergereke serkeftî bû.
Ez ji we re pirtûkek kêfê ya xweş pêşniyar dikim ku hûn bixwînin ...
Antigone, ji aliyê