Dû re Waşer deng da û got :"Ji bo çend gotina, min guhdarî bikin!". Di goga garanê de kî xwe zû bigihîne bîstî ew bi ser dikeve. Kengî dengê dûdûkê hat, lîstik betal e û her biryara min derbasdar e! Goga garanê, bi gogeke piçûk û bi daran tê lîstin. Gog, bi daran tê ajotin û ji xeynî dar her tişt qedexe ye! Ji bîr nekin! Darek nikare du caran li ser hev li gogê bikeve. Li herdu aliyan du çalên kûr hene û armanca lîstikê jî ev e ku divê gog bikeve nava çalan. Tu carî kes nikare ji sê metrayan zêdetir nêzîkê van çalan bibe. Hûn xetên xêzkirî dibînin, gog çiqas ji dûr ve were bikeve çalê, hejmar jî di gorî wê nirx hildide! Zagonên din hûn jî dizanin. 27.....
Bendar )
▪️Bendar: Kesayeta yekem û li gorî kehanetê, benda herî grîng a sereke a kesk temsîl dike.
▪️Rênas :Hevalê Bendar, ê qesrê
▪️Zendo :Kesê ku xerab û dixwaze bibe serdestê her tiştî.
▪️ Waşer: Kesê ku derhêneriya lîstik ê dikir.
▪️Xasmer : Hevalê Bendar, ê dibistana bajêr a şervanî ye.
▪️Baweşan : Keçika delal a polê
▪️Wadeş\ Wad; Mamosteyê şer
▪️Hewaşîn: Keçika ji polê
▪️Ferfûr: Mamosteyê rêbaziye.
▪️Zal : Mamosteyê dîrokê
▪️Giyabend: Mamosteyê şer û stratejî yê
▪️Azdar: Xortek ji dibistanê
▪️Rewşen : Navê keçika ku nava pirtûkê( pirtûka sipî)
▪️Loran : Cezuye û sêmendan yekê. Li gorî kehanetê nîşana sor e.
▪️Pepulek : Periya ku yek ji sêmendane û nîşana rengê zer e.
▪️Şaliya: Periya darê.