Bi Dilketiyên Azadiyê Re Meş kitaplarını, Bi Dilketiyên Azadiyê Re Meş sözleri ve alıntılarını, Bi Dilketiyên Azadiyê Re Meş yazarlarını, Bi Dilketiyên Azadiyê Re Meş yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Jin bûn ew
Hinek ji wan mêr
Di hembêza azadiyê de
Bi biryar
Di çavên wan de
Çirûskên hêviyê.
Çavreş
Lê destsivik û gihişti
Di kovikên darên kevnesal de
Ferzan.
Pira Malabadi bû
Li ser çemê Êlihê,
Di rûpelan de
Zanist û fenê El Cezîrî
Li serê zinaran
Qebeqeba kewên ribat
Medreseya Sor bû
Li Cizîra Bota
Li hember Xaçperestan
Selaheddîn bû
Ev der.
Ev der
Ev war
Ji bo jinê
Dilê jiyana watedar.
Bi destpêkên zelal baranên şin gihiştin
Çavên hezkirinê di pêşa jiyana azad û bextewar de vebûn
Bi ezmanan re hemêz kirin rengê bihara evînê
Di asoyan de geş bûn hemû rengên xweşiyê û aramiyê
Li vir hate wergirtin
Çêja serbestiyê
Û bilindahiya evînê.
Li vê derê
Pêrgi zilma mêran hatin
Disa ev der e ku ji jinê re
Welatê lûbandin û zêmarên pîr.