Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Bi Xatirê Te Zimano

Felat Dilgeş

Bi Xatirê Te Zimano Sözleri ve Alıntıları

Bi Xatirê Te Zimano sözleri ve alıntılarını, Bi Xatirê Te Zimano kitap alıntılarını, Bi Xatirê Te Zimano en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Her dilopek xwîna me, Ala rengîn dixemilîne.
Sayfa 75 - Nûbihar/ Jiyan çengek bişirîn eKitabı okudu
Xorto!
maşallah ji zanîna te re, te xitim kiriye zanist, daqurtandiye îlmê Marks xuyaye tu dizanî ku Lenîn kîngê û li kuderê çi gotiye herçî Engels e divê ji te bê pirsîn bi vê zanîna xwe xorto
Reklam
Te got ez Kurd im, Erê, Ez dibînim, Tu Kurd î. Ma tu kîjan Kurdan î? Ji yên ku ji bo seriyek pîvaz, Bihostek erd, An gepek nan Kurdan dikuje? An jî ji yên ku her roj xwîna Kurdan dimije?
Sayfa 53 - Nûbihar/ Ey Kurdê kurdkujKitabı okudu
Ey Kurdê ku ji bo xwe kusîgir, Ji dijmin re masîgir î, Bê hey xwelîlisero, Te hay jê heye ku te, Mal li min û li xwe wêrankirî.
Ey mirin, De bêje, Kî bi qasî me, Li ber te serbilind e?
Sayfa 72 - Nûbihar/ Jiyan çengek bişirîn eKitabı okudu
Do... Dîsa min, Qutiya dil, Ji te re vekir. Û ez, Bi xiyalan re, Ketim şer, Bi evînên, Mirî, Û nîvcûre, Min kir ceng. Qêrîna min, Bihîst kerran, Dîsa te serî neda, Û ne jî, Ji te derket deng.
Sayfa 69 - Nûbihar
Reklam
Bi xatirê te zimano Bi xatirê te zimanê şêrîn, Lorîka dayê, Şîreta pîrê, Çîroka kalê.
Sayfa 12 - NûbiharKitabı okudu
Do... Dîsa tu, Hatî bîra min. Şev reş bû, Tarî... Tarîstan.
Bi xatirê te, Zimanê xewnên min ê şevan Zimanê zarûktiya min a rengîn Zimanê şivantiya min a xemgîn Zimanê mêrxasiya min a dengîn. Zimanê yara min a bengîn Zimanê evîn a min a bi dizî. Zimanê hêsîrî û belengaziya min. Zimanê dayika min a bêzar Zimanê ku min bi salan doz kir, Neçar, Bi xatirê te lo loo!
Sayfa 15
... De oxir be! Va ye tu jî çûyî?
Sayfa 33
Reklam
Zimano, Niha ez dibînim. Xatirxwestina her xêrhatinê heye. Û îro ez hatime xatirxwestinê. Bi xatirê te zimanê dê, Zimanê bav û pabîr û kalan. Min nasnama xwe, Di kolana Tirkan de hunda kir, Loma ez hatim xatir ji te bixwazim, Nema êdî kes li min bike gazin. Ne ez bi xwe dizanim, Ne êdî kes min dinasin.
Sayfa 11
Hemsalên me gihîştin miradê, Hin ji wan bûn bûk, Hin ji wan zava, De were, Hê ku roj li evînê neçûye ava.
Sayfa 65 - Nûbihar/ Roj li evînêKitabı okudu
Malneketo!
Hêsrên min, Wek baran û lehî ne, Diherikin, Tê bêjî wek tavi ne, Malneketo! Ma wilo çêdibe, malava, De were, Hê ku roj li evînê neçûye ava.
Sayfa 67 - Nûbihar
... De ka bêje, Tu bi Xwedê kî, Li ba te çiqas e, Xwîna birayê te, Çend quriş dikin, Pisman û kirîvên te, Pepûko! Tu nabînî, Xwîn dirije ji pariyên te.
Sayfa 54
... Min bi şekirên sor nexapînin, Ji min re dayika min bînin.
Sayfa 28
50 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.