Wek gelek nivîskaran Mem Zinistanî jî berhema xwe a yekem de(2015) bêyî teknîka zêdetir bala xwe daye mijaran ,hîn caran jî ceribandin kiriye. Wek Kurdekî haj bayê felekê heyî. Nasname,netew, çand û zargotin di nava tevna xwe de cî kiriye. Çîroka ku pêşkêşî dayikê Şemiyê kirî de. Destnîşankirina ayeta sî û sêyemîn, him kodên çandî û olî eşkere kiriye, him jî bi wê ayeta baweriya "nûve xuliqandinê "peyameke nepenî a filitandinê daye. Çîroka Bindaruk de zêdetir li ser kodên çandî disekîne. Wek mêrekî, bawerim gerdunda jina mereq kiriye û kiriye dakeve wê gerdunê. Xwêneran jî beqî serê vê çîrokê daketiye gerduna jinan, a civatê azadtir û xwezayîtir. Bi min honak jî ziman jî baş bû.
Nivîskar gelek gelek tişt ceribandiye ;aliyekî niviskar xweza û jiyana pastoral be jî alîkî wî bajarî û jiyana nûjen. Kesayetên bajarî ango ên serdema îro, tenê ne, di bin tengezariyek tund de wunda dibin.
Mijar ne zêde wusa qerasene , ew kesayet ji xwe herderê hene. Kesayetên nûjen bi şêweyê nûjen hatî berdest. Li gor min a metên qels kiriye yek dengî û zimanê stabil e. Ziman bi çi ritmê destpêkiriye heya dawî wusa diçe. Eke din jî ewe ku bawerim niviskar ketiye xema ne sewraxtbûne. Ji bo wê sazka xwe li ser vegotina listikeke şanoyê avakiriye. Evî hemî keda nivîskarî pûç kiriye.
Peyvên xwezayî ên Kurdî lê ne di axaftina îroyîn de heyî bi zanebûn kar tine . Ev ev rêbaza kaw û kubar, buye taybetiya zimanê mêtnên Zinistanî.
Çawa ku min di serê nivisê de got berhema Niviskarî a yekeme. Min romana wî a Bêzarên Dinyalikê( 2021) jî xwendibû. Dema mirov herduyan dide berhev di nava şeş salan de pêşketinek berbiçav derxistiye holê. Rêya Niviskarî vekirî be.