Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Bîranîn Gönderileri

Bîranîn kitaplarını, Bîranîn sözleri ve alıntılarını, Bîranîn yazarlarını, Bîranîn yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Piştî ku Mistefa Kemal, bi qewata Kurda zora Şex Seîd bir û bi hezaran kes dan kuştin û darvekirin vegeriya ser axayên Kurd ên çavkûvî ku hevaltiya wî kiribûn û îcar derba xwe li wan jî xist. Hin ji wan, wek Cemîlê Çeto, Emînê Ehmed, Mihemedê Reşkotî bi darvekirin hin ji wan avêtin zindanan û pişt re ew ji ciyên wan bi dûr xistin.
Ji Tirsonekiya Mêrên Eşîra Mihelemî
Li ser newêrekî û kêmaqiliya Mihelemiyan çîrokên rengareng hene. Ya xweştir çîroka Mihelemiyekî ye ku li çalê rastî kuliyekî hatiye. Gava kulî li ser her du lingên xweyî paşî rabûye, lingên xwe yî pêş hildane jor, ew li hev firikandine û simbêlên xwe tûj kirine û bi çavên xwe yên beq lê nêriye, Mihelemiyê me welê hawar kiriye ku kulî rê lê biriye û şer jê dixwaze. Mihelemî, berê ku bi çek û sîleh bû, di xwe de nediye ku xwe li kulî biqelibîne, lewre mêrik tivingan xwe avêtiye ber kulî û destên xwe hildane. Bi dengê ketina tivingê kulî xwe hîn bêtir qîj kiriye, simbêl û destên xwe hîn bi leztir birine û anîne. Ser van tevdanan Mihelemiyê reben welê bîr bûye ku kulî bi tifingê tenê ne razî ye û jê dixwaze ku her tiştê xwe jê re bavêje û xwe bi temamî tazî bike. Ji ber vê yekê dosto, dest bi rext heya kiras û Solê xwe ji kulî re davêje û bi tenê bi derpî dimîne. Lê gava dibîne ku kulî ji gefa xwe nayê xwar, xortê Mihelemî dil dike ku derpê jî deyne. Lê ji nişka ve rût-tazî vegera xwe gund pir dijwar dibîne û bi gotina "nigo qurbanî!.." xwe bi paş de davêje û baz dide. Gava digehe gund, gundî li dora wî kom dibin û serpêhatiya wî jê dipirsin. Hingê mêrik, wek yekî ku ji gelekî mezin rizgar bûye, bi germî û bi fort û bi erebiya mihelemkî ya bi kurdî tevlîhevbûyî çîroka xwe ji wan re dibêje. Ev çîrok ji aliyên dijminên Mihelmiyan hatiye siwar kirin. Lê Mihelemîbi xwe hêj wê di nav xwe de dibêjin û her gundekî wan wê davêje stuyê gundekî din û ji xwe re yariya xwe li hev û dû dikin
Reklam
-"Em Kurd welê ne: em serhişk in!" Diya Adil bi germî li min vegerand û bi ser de ajot: "Lê, bi serhişkiya xwe, me xwe parastiye û heya niha em Kurd mane. Heya dawiyê jî em ê xwe biparêzin.
Di vê salê da(1958) piştî ku Evdilkerîm Qasim hate der hikim, destê xwe xiste destê Kurdan, deriyên zindanê li ber wan vekirin û serbestiya xebat, civîn, sazî, ger, axavtin û nivîsandinê da wan. Bi ser da jî di destûra Îraqê ya demînî da mikur hat ku Iraq erdê du mileta ye û ku Komara Iraqê komara kurd û Ereba ye. Gava Iraq ji Kurdan ra bûbû bihiştek û jê pesindnameyên Mehdawî û spasnameyên Berzanî dihihan guhên Kurdên cihanê, Sûriye ji Kurdan ra dibû dojeheke dijwar. Ev welat ketibû destê Cemal Ebdinasir û peyayên wî yên Ba'sî û qewmiyên qirêj û xwînxwar da. Bi navê"El-Qewmiye-El-Erebiye" û "Wahda-el-Erebiye" (yekitiya Erebî) dixwastin hinekî xwînrêj bajon, dengê azadixwazan bidin birîn, miletên ne Ereb, nemaze Kurdan, belawela, perîşan û şerpeze bikin û destê xwe dirêjî welatên Ereban yên din bikin û wan bixine bin lepên xwe.
Sayfa 15 - Weşanxaneya Avesta
Beriya 30-35 salan Kurmancên Taxê, heya bi "Asir Nehas"(esrê paqir) bi kurmancî dizanîn û di mala xwe da bi vî zimanî daxavtin. Lê piştre, li ber pêlên çavsoriya "El-Qewmiye-El-Erebiye"(miletê erebî) pirbûna dibistan, kitêb û rojnameyên erebî, bendkirina rojname, kovar û kitêbên kurdî, kêm kesan ji xortan zor didan xwe ku ji dê û bavê xwe hinekî kurmancî bielimin. Piraniya van xortan ketibûn partiya Xalid Begdaş , bûbûn "kominîstên kozmopolît."Ên mayî jî, hin ji wan xwe gihandibûn partiyên erebî yên din, wek "Hizb el-Şeîb"(partiya gel), "Hîzb-el-Sûrî-el-Qewmî"(partiya Sûrî ya milî), an jî "Hizb-el-Ba's îştrakî-el-Erebî" (partiya Baas a sosyalîst a Ereb) ya jî Mîşel Eflaq. Hinka jî ji tirsa xwe, an ji bo wezîfe û karên ne hêja, xwe ji her tiştên Kurdreng bi dûr dixistin, û yên xwenda û halên wan xweş ji Taxê bar dikirin û diçûn, li Şamê, di nav Ereban da xanî digirtin.
Sayfa 14 - Weşanxaneya Avesta