Bişirîna Şermînî, pirtûka duyem a çîrokan a Dilawer Zeraq e. Dilawer Zeraq, di vê pirtûkê de, bala xwe birîye ser êş û pirsgirêk û awayê jîyana jinên Kurd ku di seqa û kawdaneke şerî û têkoşînê de dijîn. Û bi vê re jî, bi awirekî hûrger û bi çavekî dîtir li ser sedem û hebûna van êş û pirsgirêkan sekinîye. Dilawer Zeraq, çîrokên di vê pirtûkê de, bi zimanekî sade û rewan honaye. Û çîrokên di vê pirtûkê de, ji çîrokên di nav hev de û bi awayekî hevdemî hatine honandin û vegotin, pêk tê.