Bêzarên Dinyaligê

Mem Zînistanî

Comments and Reviews

See All
250 syf.
·
Not rated
·
Read in 5 days
Hoppirê ha!
Gelî gundî û cînarno! Ca berê xwe bidin vê kitêba pîroz. Hema çend rêzikan jî li ser nenivîsim ez ê tu xêrê ji xwendevaniya xwe nebînim, lew pîroz e, xenîmê çavan dibe. Mem Zînistanî, ji Serhedê, ji Bazîda rengîn e û hembajariyê zimanê berhema xwe ye. Vê yekê îddîa dikim, di nav pirtûkên ku bi zimanekî herêmî ve hatine nivîsandin de, Bêzarên
Bêzarên Dinyaligê
Bêzarên DinyaligêMem Zînistanî · Avesta Yayınları · 20219 okunma
Reklam
250 syf.
10/10 puan verdi
·
Liked
Hoppirê lili ha!
Şanazim ku min vî kitêbê ji nivîskar bixwe wekî dîyarî girt.Kitêb wekî hûn jî dizanin romane û ji deh bêşên bi hevre girêdayî pêk tê .Nivîskar Mem Zînîstanî bixwe jî wekî lehengekî nav romanê da cîh digre û beşa Gilîger de mideheleyan jî nivîsa xwe dike.Qerekterên kitêbê kesên ji rêzêne û herkesek dema bixwîne yê ji xwe re yekî\ê nêzîk bibîne.Bi min qerekterê sereke Zuhre ,Bêzar û Gorrkol bixwe bû .Dema xwendinê de min ji xwe re ferhengekî avakir ku peyvên tenê kitêba Mem da derbas dibin henin ,gotin û peyvé kitêbê wekî gotina nivîskar gelek antîke bûn. û kitêbeda biwêj û gotinê pêşîyan gelek zêde û baş hatibûn edilandin .Carcaran leheng didan xeberan (çêran) lê ev dema xwendinê min aciz nekir.Kitêb bixwe post-modern e û nivîskar mijarê gelek baş honandîye .Tenê ji tiştek aciz bûm ev jî bikaranîna hevokên Tirkî bû wekî din tu pirsgirêk nîn bû .Naxwazim zêde spoiler bidim lê hûne peyva dîyazo û "hopirê ha!"tu carî bîrnekin . Ji niha de ji bo kesên dixwînin re serkeftin û xwendinxweş
Bêzarên Dinyaligê
Bêzarên DinyaligêMem Zînistanî · Avesta Yayınları · 20219 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.