Çanda Kurdên Sovêtê

·
Okunma
·
Beğeni
·
4
Gösterim
Adı:
Çanda Kurdên Sovêtê
Baskı tarihi:
1 Ocak 2019
Sayfa sayısı:
600
Format:
Karton kapak
ISBN:
9786058160866
Dil:
Kürtçe
Yayınevi:
Peywend Yayınları
Çanda Kurdên Sovêtê, wekî Ansîklopediya Kurdên Sovêtê jî were binavkirin wê ne şaş be. Lewra, di nav rûpelên wê de, ji serê sedsala borî bigire heta dawiya wê, ji hunermend, nivîskar û rewşenbîran bigire hetanî berhemên wan, ji sazî û dezgehên çandî bigire hetanî yên perwerdeyî û hwd, ji Riya Teze bigire heta Radyoya Yêrêvanê, çi biçûk, çi mezin hema bibêje der heqê hemû kes, sazî û bûyeran de, ji destpêkê hetanî salên 2000î agahî hene...

Çîroka dilêş ya Kurdên li welatên Kafkasan ku piraya wan Kurdên Êzdî ne, çîrokeke gelek dirêj û berfireh e. Ew çîroka ku ji karesatên serê sedsala borî destpê dike û di xwe de gelek trajediyan dihewîne, paşê çawa xwe vediguhêze şemalekê û şewq dide ser giştiya welêt.

Kurdên Êzdî yên herêma Serhedê ku ji bo xwe ji qir û birê xilas bikin, berê xwe didine Kafkasan, li wê derê, bi taybetî jî yên li Ermenistanê, ji îmkanên ku piştî Şoreşa Oktobirê derketine holê gelek sûd wergirtine û xebatinên pir hêja kirine... Kelepor û arşîva ku ji wan maye, ji bo me wekî xezîneyeke bêhempa ye. Ev berhema ber dest hewl dide ku wê xezîneyê raxîne pêş me.

Taybetiyeke din a herî muhîm ya vê berhemê, nivîskarê wê bi xwe jî yek ji leheng û şahidê heman dewr û dewranê ye. Loma jî ne tenê agahiyên der heqê kes an bûyeran de, di heman demê de ev berhem wekî berhevoka bîr û bîranînan e jî...

Kitabın basım bilgileri