Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Çavdêriyên Barbarekî

Kawa Nemir
Çavdêriyên Barbarekî, yekem pirtûka kurteçîrokan a helbestkar û wergêr Kawa Nemir, ku li dû encama nivîsandina gelek deqên kurteçîrokan peyda bûye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Çavdêriyên Barbarekî ya ku ji heft kurteçîrokan pêk tê, bi her awayê xwe ve xuya dike ku ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Kawa Nemirê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş, Bîşenga Deşta Dûr û Salname, di nava heft kurteçîrokên xwe yên li ser asta honandina zimanî ya kûr û pirrşax re, zimanekî ku di bîra xwe wer dibe peyda kiriye, bi awirê “yêdinbûn”ê li xwe û li cîhana li derdora xwe dinihêre, ji zemanekî berê de, bi riya bikaranîna movikên zimên, li rabirdû, li niha û li dahatûyê temaşe dike, zimanê ji xaka Serhedê pijiqî digire dikişîne ser asta zimanê Kurdî yê hevbeş, xwe dispêre coş û peroşa ku xweza didê, bi vegotineke stratejîk, bi şêwezimanekî nû, bi zimanê xwe yê xef derfetên hevoksaziya Kurdî diceribîne. Nemirê helbestkar, piştî ku mirov li arkeolojiya peyvên deqên wî bikole, bi wê “xefkirin”a wî re toza serdeman tê daweşandin. Çavdêriyên Barbarekî ya Kawa Nemir bi hêza deqên xwe ve di çîroknûsiya Kurdî de li ber e ku riyeke nû veke. Ji Weşanxaneya Lîsê, pêngaveke nû ya ku şax û perên çîroknûsiya Kurdî berfirehtir dike.
Yazar:
Kawa Nemir
Kawa Nemir
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 11 dk.Sayfa Sayısı: 77Basım Tarihi: 2011Yayınevi: Lis Yayınları
ISBN: 9786056211249Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.