Agir li ser min dibarînin
Ked û xebatên min
Jehrê li ser min direşînin
Ji nîşka ve
Carnan dibim teyrek
Difrim asîmana
Carnan dibim agir digrim cîhanê
Carnan dibim xwelî belav dibim
Li ser serê Sîpan
Carnan jî dibim şervan
Diçim diçim serê çiyan
Azadî dibe weke teyrekî
Serxwebûn dibe weke destanekî
Nû ji xew radibim weke zarokekî...