Ev birayê me misilman dev ji me bernadin,
Qey rast e em kole ne ew ji me re esyad in,
Heqê jîn û hiquqê însan dixwazin,
Lê destûra zimanê me ji me ra qet nadin,
Li meclîsa emîn navê herkesî dibêjin,
Lê em di bîra wan nayên, navê me hilnadin,
Namûse Rabin Xortên Kurdistan
Kûr kûr menale em tev biriştin,
Qurban netirse va em gihîştin,
Yan dê te bigrin, yan bêne kuştin.
Namûse rabin xortên Kurdistan,
Dijmin tev girtin ev bax û bostan.
Sonda me xwîna Seîd û Qazî,
Heta bi zorê tu min nexwazî,
Ez dê binalim hewar û gazî.
Namûse rabin xortên Kurdistan,
Dijmin tev girtin ev bax û bostan.
Cegerxwîn