·
Okunma
·
Beğeni
·
9
Gösterim
Adı:
Çiya
Baskı tarihi:
Eylül 2018
Sayfa sayısı:
160
Format:
Karton kapak
ISBN:
9786055585754
Kitabın türü:
Dil:
Kürtçe
Ülke:
Türkiye
Yayınevi:
Avesta Basın Yayın
Çîrokên nû yên Tosinê Reşîd, bi navê “Çiya” di nav weşanên Avesta de çap bûn. Berê jî kitêba nivîskar a çîrokan “Min bêriya şevên spî kiriye” derketibû.
(Ji çîroka “Çiya”)
“Ew Çiya ne xalî bû.
Ew Çiya xweyê hêzeke batinî bû, pîroz bû.
Ji ber vê jî çiyayên mayîn çavnebarî lê dikirin, hesûdî lê dikirin û ji sê aliyan ve ew dorpêç kiribûn û diguvaştin ser hev. Lê dîsan jî wî serê xwe bilind kiribû û bi bînfirehî ji jor de li wan mêze dikir. Di nêrîna wî de tu hêrs, tu dilmayîn tune bû. Berovajo, di wê nêrînê de xwebawerî hebû, têgihîştina mezinayê hebû, lêborîn hebû.
Wî zanibû ew ne tayê wan e!
Gor gotina gotiya di salên xortaniya xwe de ew Çiya gelekî bi hêrs bûye, bînteng bûye. Gava go hêrs dibû, lê-lê bû dinyayê xirab bike, agir ber diçû, ji dev û firnên wî agir, alavê dida der.
Lê bi sal û dewranan re hêrsa wî datîne, bîna wî fire dibe.
Û niha kolozekî spî daye serê xwe, şereke spî lê pêçaye, rîşiyê şerê ser xwe de berdane û mîna kalê zemander cîhana dor xwe mêze dike.
Xelkên dorê gişk ji wî re ‘Çiyayê pîroz’ dibêjin, ew gişk baweriya xwe bi wî tînin, rojên dijwar xwe dispêrine wî. Gava sond dixwin, dibêjin: ”Ez bi Çiyayê pîroz kim.” Ew sond ji bo xelkê deverê kêrta kêvir e, çi gilî-gotin hebin, ew gotina dawî ye, ew gotin serê lodê digire.”
Kitaba henüz inceleme eklenmedi.
Kitaba henüz alıntı eklenmedi.

Kitabın basım bilgileri

Kitap istatistikleri

  • 8 defa gösterildi.