Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Dê Roj Hilê

Xelil Duhoki
8/10
1 Kişi
2
Okunma
2
Beğeni
433
Görüntülenme
Product information "Dê Roj Hilê - Xelîl Duhokî" “Hemû tarîya cîhanê nikare ronahîya fenerekê vesêre.” Bi vê kurtegotina xweskok, helbestkar û nivîser Xelîlê Duhokî me derbasî gulzara kurteçîrokên xwe yên nû dike. Kurteçîrokên ku bi zimanekî sade û gelêrî hatine nivîsîn û hatine noqkirin di berfedimsa Behdînanê de, te hilderbasî tesqeleyên civakî û sîyasî yên civaka Kurd dikin. Nivîskarê ku xwe ji hêla gundîtîya kurdewar çeng dike hêla bajarvanîya nûjenxwaz, xwîneran xwes zeft dike û wan asê dihêle di quncika ramîneke hûr de. Geh li ser pêsmergetîyê: Welatê ku bûye malê talanê; merivên ku hatine hêran di ber destarê zilimkarî û qirkirinê de; girtîyên ku her û her xwe li bin guhên dîwarên xweragirtinê didin û kurdhezên ku hîç nagihin miradên xwe! Geh li ser civaka nîvçemayî: Kurdên ku di nîvê pira berzexê de delodîn mane; dixwazin tev li karwanê nûjenîyê bibin, lê naxwazin dev ji kevnesopî û tîtalên bav û kalan biqerin. Koçber û derbiderên ku bûne bîyanîyên xwe. Jina gundî ya bêderfet û mîna darê sikestî. Civaka derebeg û pasverû. Geh li ser kurdînîyê: Kurdê ku bi derengî li kurdînîya xwe rast tê, Kurda ku asê dimîne di navbera hevjînê xwe yê bîyanî û kurdewarîya xwe de. Kurdê ku welatê xwe bi malê dinyayê difirose û birayê xwe dike qurbanîyê riswatîya xwe û qehremanên bêwijdan! Bûyerine nakok û teqlomeqlo! Carinan pêkenok û carinan dilês û dilsoj. Lê hemû diherikin ber bi deryaya kurdînîyê ve! Xelîlê Duhokî yê helbestkar, vê carê bi qevdeke kurteçîrokên ziman-sade li pêsberî xwînerên Kurdîyê ye… Dê Roj Hilê, Xelîl Duhokî, Çîrok, 88 Rûpel, Wesanxaneya Lîs, Gulan 2014
Yazar:
Xelil Duhoki
Xelil Duhoki
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 33 dk.Sayfa Sayısı: 90Basım Tarihi: Mayıs 2014Yayınevi: Lis Basın Yayın
ISBN: 9786054497980Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.