Product information "Dê Roj Hilê - Xelîl Duhokî"
“Hemû tarîya cîhanê nikare ronahîya fenerekê vesêre.”
Bi vê kurtegotina xweskok, helbestkar û nivîser Xelîlê Duhokî me derbasî gulzara kurteçîrokên xwe yên nû dike. Kurteçîrokên ku bi zimanekî sade û gelêrî hatine nivîsîn û hatine noqkirin di berfedimsa Behdînanê de, te hilderbasî tesqeleyên civakî û sîyasî yên civaka Kurd dikin. Nivîskarê ku xwe ji hêla gundîtîya kurdewar çeng dike hêla bajarvanîya nûjenxwaz, xwîneran xwes zeft dike û wan asê dihêle di quncika ramîneke hûr de.
Geh li ser pêsmergetîyê: Welatê ku bûye malê talanê; merivên ku hatine hêran di ber destarê zilimkarî û qirkirinê de; girtîyên ku her û her xwe li bin guhên dîwarên xweragirtinê didin û kurdhezên ku hîç nagihin miradên xwe!
Geh li ser civaka nîvçemayî: Kurdên ku di nîvê pira berzexê de delodîn mane; dixwazin tev li karwanê nûjenîyê bibin, lê naxwazin dev ji kevnesopî û tîtalên bav û kalan biqerin. Koçber û derbiderên ku bûne bîyanîyên xwe. Jina gundî ya bêderfet û mîna darê sikestî. Civaka derebeg û pasverû.
Geh li ser kurdînîyê: Kurdê ku bi derengî li kurdînîya xwe rast tê, Kurda ku asê dimîne di navbera hevjînê xwe yê bîyanî û kurdewarîya xwe de. Kurdê ku welatê xwe bi malê dinyayê difirose û birayê xwe dike qurbanîyê riswatîya xwe û qehremanên bêwijdan!
Bûyerine nakok û teqlomeqlo! Carinan pêkenok û carinan dilês û dilsoj. Lê hemû diherikin ber bi deryaya kurdînîyê ve!
Xelîlê Duhokî yê helbestkar, vê carê bi qevdeke kurteçîrokên ziman-sade li pêsberî xwînerên Kurdîyê ye…
Dê Roj Hilê, Xelîl Duhokî, Çîrok, 88 Rûpel, Wesanxaneya Lîs, Gulan 2014