Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin

İrfan Amida

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
208 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
EM QURBANÎNE Û XEYNÎ HECHECIKÊN ME,KESÎ ME TUNEYE
Derî vekirî bihêl kurê min wê hechecik vegerin".(150) Piştî vê hevokê bawerim hemû xwêner wê derî vekirî bihêlin bo vegera hechecikan. Helbestvan Îrfan Amîda di berhema xwe a bi navê Derî Vekirî Behelin Wê Hechecik Vegerin de buye bersiva; helbestvanek çawa bibe romannûs?: Têgeha bigire heya şayesandin û heya ravekirina hêmanan zimanekî dewlemend(bi beje û gotinên mezinan, bi devokek nazenîn ) û helbestî kar aniye. Vegotin mina sehnê filman dîmen bi dîmen diherike. Wextekî xwêner dîna xwe didê. Kesek tevlî çîrokê bu. Xwîner pirî caran wê/î kesî qet nasnake. Çîrok her diherike paşê bere bere nasdike. Kesayet gelek hestiyarin û tenêne lê ev tenêbun û hestiyarîbun nayê wê wateyê ku bê hêzin. Kesayet hemû jî têra xwe bi hêz in û heta dikarî bejî xweserin jî . Kesayet zedetir jinin. Dayik, zarok û şervan hemû jî jinin . Jinê tena serê xwe. Jinê hember dagirker û feodala tena serê xwe. Xur jî ketibe çavê wan. Ew disa derî vekirî dihêlin bo veregera Hechecik an. Hechecik azadiya u rizgariyê sembolîze dike. U hechecik disa jina xweser û a azad. Nivîskar bi gotina Sozdarê " Em ne Smaîl in li ber kêra tu kesî xalê Osman."(211)xwêner didezaîzanîn ku em qurbanîne û xeynî hechecikên me kesî me tuneye, me devê vê kêra xwîmir xilas bike. Nivîskar mina berhemên xwe ên berê, vê çîroka xwe li ser hêmanê jin, gel,mêrê feodal û şervana:şervanên azadîxwaz sazkiriye. Bi vê yekê netewheziya xwe dubare eşkere kiriye. Netewheziyek dijî metinger û dijî feodaliyê. Zimanê vegotinê jî di navbera zimanê helbestkî û a devokî de diherike.
Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin
Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerinİrfan Amida · Lîs Yayınları · 20204 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.