Destana Kawa Û Azhî Dehaq kitaplarını, Destana Kawa Û Azhî Dehaq sözleri ve alıntılarını, Destana Kawa Û Azhî Dehaq yazarlarını, Destana Kawa Û Azhî Dehaq yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Bihara rengîn, bihuşta dinê
Serhildana Kurd, dema kirinê!
Tu çaxê me yî ji hezar salan
Rûmeta me yî, ji bav û kalan
Cejn û îd î tu; sersala qewî
Pîroziya gel, paya netewî...!
Her herikiye li van newalan
Li qada çarçira li taç û malan
Du hezar sal e me da neqedya
Û em î kurd man, û ax jî medya
Çar parçe be jî, mêtingeh be jî
Gorna me bû vir, û jîna me jî...
Kî ye yê nemir, kî ye tacîdar?
Ji gelan pê ve kî ma hikumdar?
Ew artêşên bi xişrên hesinî?
Li kîjan palê mane sekinî?
Şûrkêş û rimdar ka Îskender bû?
Sargon ma neçû, Cengiz neda dû...?