You can find Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan quotes, Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Dema mirov çirokên kurdi beş-beş analiz bike, mirov dibîne ku gelek çîrok ji, li ser rawir (tabe, heywan) hatine gotin. Ji ber ku pi raniya kurdan di zikê tebiyetê de dijîn.
Jina Kurd heta ji destê wê hatîye, ya xwe kirîye, dema xwastîye, bi dilketîyê xwe re revîye, bi vê yekê ve mirov dikare bêjê hemû dijwarî û tengasîyên li pêşîya xwe protesto kirîye, ev meteloka han vê dilsozîya jinên Kurd gelek baş eşkere û îspat dike: reva jinê edetê dinê. Lê belê ew dorgirtina civakî, aborî û polîtîk timê rîyên xelasîyê ji wê re girtine, çembera li dor wê her çûye teng bûye. Ji alîyê din jina Kurd timê stûyê xwe li hemberî van êrîşan xar nekirîye. Bi taybetî êrîşên feodalî, nîv-feodalî qet nebe bi bi saya folklor, stran, destan, gotinên pêşîya û berhemên mayîn hatine protesto kirin. Bi kurtî jinan bi kêmanî ji xwe re textek ava kirine, deng û rûmeta xwe bilind kirine.