Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan

Rohat Alakom

Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan Posts

You can find Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan books, Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan quotes and quotes, Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan authors, Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan reviews and reviews on 1000Kitap.
Jin kaniya jiyanê
Ji nav gotinên pêşîya dema mirov motîvên zihniyetên jinparêz(pro-jin) hildiçîne, gotina ku bala mirov zêdetir dikşîne ser xwe, bêguman gotina "jin kaniya jiyanê" ye.Gelo civata kurd çawa xwe gîhandiye vê baweriyê? Ji bo peydabûna nifşên nû û berdewambûna mirovatiyê, bi anîna zarokan, jin wek faktoreke berhemdar(produktîv), adan û fêkîdar hatiye hesibîn.Bi anîna zarokan, jin bûne bereketê, wan tam-lezeteke nû daye jiyanê.Wan mirovatî ji windabûnê xelas kirine, anîne vê rojê.
Jin û Jîn
Dema mirov destana Memê Alan û Zîna Zêdan (Mem û Zîn) mêze dike,tiştê bala mirovan zêdetir dikşîne ser xwe, bêguman pirsa azadiya jinan e. Zîn, di vê destanê de dibe sembola azadiyê .Ev keça ji bo ku bigihêje mirazê xwe,li dijî birayê xwe -mîrê Cizîra Botan, fend-fêl, dek-dolabên Beko bi xurtî radiweste, van pêwendiyên nemirovî bi mirina xwe be jî protesto dike.Ev serhildana keçekê li dijî mîrekî karekî ewqas piçûk û hêsa nîne .Dîsa jî ew a xwe dike,ji bo evînê di riyeke rast de dimeşe.Di dawiya destanê de çawa em dibînin, ew vê dinyayê protesto dike û jê bar dike.
Reklam
166 syf.
9/10 puan verdi
·
Liked
·
Read in 6 days
Pirtûka me a yekemîn e ku liser folklora Kurdî lêkolîneke bi zimanê Kurdî hatiye çêkirin, ji alîyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dikare bêj e du rûçikên vê pirtûkê hene:folklor û jin, herdu babet jî ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. Hûn dikarin bi saya vê xebatê nasîya xwe bide folklora Kurdî, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji alîyê din bi saya materîyalên folklorîk derbareyî cîhê jinan û rewşa jinan de dikare zêtir agahdar bibin, zaniyarîyên xwe pêşta biben, nûh biken. Ji alîyê din dema ev pirtûk hate berçav kirin, hûnê bibîne ku, jinan di nav folklora Kurdî da ji xwe re textek ava kirinye û serdestîke (hakîmîyet) wan heye. “Kerem kejorê bibe ezîz mêvane, Ji seferê hatî, ezîyet dîne, ezebê girane, Emê şermîyê bavêjin berpîyane, Gerdana min kupî hingivîne, Şirîn-şirîn bimijîne. Perda edebê ji ber hilîne, Bax û bostanê min gîhiştîne. Hesar kirî bo te min hîştine, Bikeve nave, gul sosinanjê biçîne.”
Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan
Di folklora kurdî de serdestiyeke jinanRohat Alakom · Avesta Yayınları · 201310 okunma
Jina Kurd heta ji destê wê hatîye, ya xwe kirîye, dema xwastîye, bi dilketîyê xwe re revîye, bi vê yekê ve mirov dikare bêjê hemû dijwarî û tengasîyên li pêşîya xwe protesto kirîye, ev meteloka han vê dilsozîya jinên Kurd gelek baş eşkere û îspat dike: reva jinê edetê dinê. Lê belê ew dorgirtina civakî, aborî û polîtîk timê rîyên xelasîyê ji wê re girtine, çembera li dor wê her çûye teng bûye. Ji alîyê din jina Kurd timê stûyê xwe li hemberî van êrîşan xar nekirîye. Bi taybetî êrîşên feodalî, nîv-feodalî qet nebe bi bi saya folklor, stran, destan, gotinên pêşîya û berhemên mayîn hatine protesto kirin. Bi kurtî jinan bi kêmanî ji xwe re textek ava kirine, deng û rûmeta xwe bilind kirine.
Wele sîng û berê min evdala xwedê, Mînanî baxçekî Zinara Mêrdînê, Serê salê sê cara zekatê mala Xwedê lê dikeve, lo!
Xwezila şevekê ji şevên çilê kanuna zivistanê / Di ber sîng û berê xelka têlî de bibûma mêvan…
Reklam
Bavê Fexro Ez çûme Bolindê Sebrîyê Hecî ne li mal e, Dibên li şerê Tirka, lipira Batmanê birîndar e, Nizanim çi steqlala şêx Sehîd.fermana Kurdan rabûye, Berê Sebrî tev birine dane elemane, Ditirsim birîna Sebrîyê Hecî li binya xetê, Bê hekîm û bê derman e, Minê cotê zermemikêxwe biqelaşta, Jê re bikira mîl, melhem û serdermane.
Dl STRANÊN KURDI DE NAVÇEKE EROTÎK: MEMIK
Dema mirov naveroka stranên Kurdî raçav dike, mirov dibîne ku tema evînê, temake here xurt e. Di nav vê tema evînê de jî, motîfa memikên jinan cîhekî bi taybetî pêk tîne. Tu beşeke bedena jinê wek memikan motîveke xurt û rengîn nîne. Çend stranan de em rastî motîfa lêvan jî tên, lê belê lêv wek memikan ewqas ne balkêş in, di planeke duwemîn de dimînin û gelek caran bi peyva ramûsanê ve dikevine zikê hev, gazî hev dikin. Hejmara van stranên ku li ser memikan şax vedane, di zargotina Kurdî de digihêje dereceke bilind. Kêm-zêde her straneke Kurdî ya ku li ser evînê-vîyanê hatîye gotin, tê de qala memikan tê kirin. Ev stranan di nav folklora Kurdî de bingehên edebîyateke erotîk pêktînin.Bêguman nîşanên pêlûcereyaneke erotik bi tehrekî baştirîn di stranên Kurdî de xwe nîşan dide. Di van stranan de hemû motîf û nîgarên derbareyî memikan bi zimanekî gelek bilind,folklorîk û giranbiha ve tên pêşkeşkirin mîsal, keç ,timê dixwaze dilketîyê xwe wek "dost" bibîne, keç wî wek "mêvan" bi nav dike û evînê li ser her tiştî re dibîne, malê dinyayê davêje alîkî: “Lawiko qurba, Girîdaxa berbi welat, Heçî kesê bêje -Gede lawikê te hat, Ezê çevê çepê, memikê rastê Bidim pêşkeş, xelat.”
jin dara şikestîye
“jin dara şkestîye”. Ev gotina pêşîya, li ser hîmên bawerîya pakî-napakî, rindî-nerindîyê ava dibe, nepakî û nerindîyê protesto dike. Di malê de kesê herî xebatkar bêgûman kebanî ye. Civatê dîtîye ku, dîsa jî ew ji gelek tiştan bêpar e û ev yeka wek neheqîke mezin dîtîye, rexne kirîye: “Kebariî timê bêpar e.” “Kebanîya melûn e, ya mehrûm e. “ “Jin dara şkestîye.”
31 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.