You can find Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan quotes, Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Heke tu avkişênî, ez gelek tî me,
Heke tu nanpêjî, ez gelek birçî me,
Heke tu sîngfiroşi, ez mişterî me,
Heke tu nafroşi, Roj hizura heq,
Ezê li ser pela selatê,
Destê min û dewa te
Ezê li Helîmcana xwe de'wecî me...
Di çend serpêhati yan de çawa em dibînin êdî roj, roja revê ye. Di serpêhatiya Hesenê Mûsa de rojên revê nêzik dibin, nefreta li dijî bav her dice zêde dibe:
Wele bi xwedê min didinê-min nadinê
Min nadinê ezê kincê xwe bişînim Ser boyaxê reşkirinê,
Ezê mara mêra piştî çavê reş û belek,
Li xwe heram kim li darê dinê.
De hey wax, mala minê.
Sola torinê mala Mûsa qetiya ji çûyînê, ji hatinê. Cilê mala bavê min qetiyan ji danînê, ji raxistinê,
Guhê dêka min qul kirin bi galgalê, bi gotinê.
Tecrûbeyên kurdan en bi sedsalan nîşan daye ku xerîbî bi êş, bi jan û bi keder e.
Dema du kesên ku ewqas zêde hev hez dikin, ji hev dûr dikevin û ji hev diqetin halê xerîbiyê peyda dibe. Eş, jan û kedereke mezin him li bal yê çûyî û yê mayî peyda dibe.