Edûlê li pey xwe hişt û bi hevalên xwe re dan nav erda beriyê. Edûl di cihê xwe de cemidî, ji xwe re got:
-Çavên mìn birijin, hustê min bişkê, gerdena min bihele. Te dît bê min çi kir? Ev çi bû min kir, ev çi keder û elema giran bû ku min berda hundurê Dewrêş. Bi Xwedê heta roja ku dimre ev peyva min ji bîra wî naçe.
Edûlê vegeriya hat bin konê xwe, şîn, girî û hawar dani.