Zînê

Zînê
@Zizan
Azadistan Bercîsa Arî 2×2 yek e Kurdîhez Vegera Li xwe Zanîn xwenasîn e. youtu.be/MRKmO6Il4o4 youtu.be/GDgNwXO9BSM Mirovbûn tê çi wateyê?
Li Gerdûnê
Cihê mirovahîyê
26 reader point
Joined on June 2023
Keleha Xoybûnê
Agrî,Agrî tu agir bûyî Li nav ketî, serbilind bûyî Li ser Kurdistanê çira bûyî Hilbe Agrî,hilbe Agrî
Reklam
Agir bi gewriyê,bi dil û kezebê ketiye.Dil dibihure.
Ev halê me dê çi bibe?
Bîhtnengî.Bîhntengiyeke bêtarif. Macirî, xeribî, bêgavî, bêkesî,bêhêzî, neçarî jiyana tevlihev, nezanî û belengaziya xelkê kurd jihevketin, tevgerên dewletê û di ser de ji rênedan û zehmetiyên fransizan.

Reader Follow Recommendations

See All
Siûda me
Ew jî difikire. Li ser siûda xwe û siûda welatê xwe. Eger ew ne kurd bûya, siûda wî dê, dîsan weha bûya? Siûda fransizekî, erebekî,tirkekî, ingilizekî wan e? Ferqa di navbera siûda kurdekî û siûda merivekî din de çi ye? Û tiştê herî girîng, ew dil dike ku bibe xwediyê siûda fransizekî?
Edûlê ji delalê dilê xwe re got û bi ser de giriya. Got giriya û giriya, giriya erd û ezman jî pê re dinaliya.
Sayfa 158Kitabı okudu
Reklam
Edûlê li pey xwe hişt û bi hevalên xwe re dan nav erda beriyê. Edûl di cihê xwe de cemidî, ji xwe re got: -Çavên mìn birijin, hustê min bişkê, gerdena min bihele. Te dît bê min çi kir? Ev çi bû min kir, ev çi keder û elema giran bû ku min berda hundurê Dewrêş. Bi Xwedê heta roja ku dimre ev peyva min ji bîra wî naçe. Edûlê vegeriya hat bin konê xwe, şîn, girî û hawar dani.
Lê dîsa ez şiyar dimînim.Ji nû ve dibim hesabdarê stêrkan.Kula dilê min girantir dibe.Qet ji vî dilê xwe yî şewitî re tu çare û dermanan nabînim.Carcaran bêhemdî çavên min qurç dibin hema dilê min nahewe,tim şiyar e.
mixabin
1923, damezrandina Komara Tirkiyê. 1925, serhildana kurdan. Pêşewa Şêx Seîde Piranî. Biserneketin, şikestin. Yan ji biserketina tirkan. Girtixana Diyarbekirê. Disan herdu pismam bi hev re.Û rêberên kurdan. Siya sêdaran. Nefesa Ruhsitîn li ser stû. Loriya zarokan. Hawara jinan.
"Rastî ev e ku em divê di her hal û şertî de nîşanî cîhanê bidin ku ronakbîr, zana û alîmên kurdan jî hene."
Ziwan û azadî
Belê zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin.Û rojekê honê xêra wî ji hêsiriyê xelas bibin.
Reklam
Zar û ziman
- Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye.
Duh û Îro
Li wextê berê miletek hebû, mileteki mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet ketî bû bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû.Lê miletê ji her tiştî bê hay,bi belengaziya xwe jî ne dihesiya.
Em nebin masiyê biçûk û nebin nêçir
Hey gidî dinyayê hey!Hey gidî dinyaya nêçîr û nêçîrvanan hey! Hey gidî dinyaya masiyên mezin hey!
Wîjdan
Wîjdan; kurte-çîrokeke xweşik, lê di nav rûpelên zer ên kîtabeke kevnar de jibîrbûyî. Wîjdan; sonateke nermik û melal, lê li ser piyanoyeke bi torên pîrhevokan rapêçayî û sonata mûsik- nasekî kal, tenê û jibîrbûyî. Wîjdan; bîranîneke nezelal ji rojên rabirdû, mûyekî şikestî ji firça wênekêşekî dîn.
"Memduh Beg, birayo, tu berpirsiyarê kovarê yî. Hûn divê ji bo alfabeya nû bixebitin. Me û zimanê me herfên latînî divên Alfabeya erebî û herfên erebî ne li gora zimanê me ye. Sibê roj. dema dewleta me ava bibe, em divê herfên latînî bi kar bînin. Ma ne wilo ye, birayo?"
96 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.