Tu çiqasî xweşik bûyî, aniha tê bîra min ew peyvên ku te ji mirinê xelas kirine ez dixwazim bikim pari yek û bera hundirê xwe bidim. Ez bi qurbana peyvên te bim! Ez bi heyrana meytê te bim! Peyvên te jî bi qurbana te bin! Jiyanê tu heq nekiribûyî, min jî û te jî me baş zani bû û me xwe ji bo mirina te kerr û tûj kiribû.