Ey kurdistan
Ey kew
Ka bêje çawa diherrime xew?
Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew?
Bes tu megirî hew
Bijî bedew bedew
Ji te re her der bela ye lew
Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew
Kawa û kew
Wekîdin her tişt derew
Ey netewe !
Bila bi kuştina me yekîtiya te bikewe
Ji bo xwedê (me)ji bîr neke
Her çi li ser kuştina me bêjin derew e
Rastî ev e::
Wê rojê,li ser wê berfê,çêbûbû ji xwîna me şilope …🥀
DÎLANA FLAMÎNGOYAN
li lûtkeyên kûrahiyê,
hevîrê hêviyê
dol vedaye
eşakî
li derdora çemê Şikestûnê.
reşêşkên mizgînxêrkan li ser xerîbiyeke tûtinkêş dilûsin;
bêrî-birîndara min,
xwezî wek qertelên Prometheus
min karîbûya ji goştê kezeba xwe tu xwedî bikira;
lê belê li tixûbên xeternak
berbejna min bi kêrî bejna min nayê...
Rênas Jiyan
Kobanê di tarîtiya barbariyê de elmasek e
heta dinya hebe wê di stûyê Kurdistanê de bibiriqe