Weh çi 'işq û çi selamet herdu dûr in ji yekê Kullu men yesluku hubben subule'n-nari selek
Ahê bêgavî ji dil tên me ji pêta di ceger Bes tu bê feyde nesîhet ke me dil bûye pelek
Ma ji 'umrê me çi mabit were êdî vi me ra
Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyrê melek
D'îstîwayê ku ji husna te veda lami'ekê Nezeru'ş-şemsi mine'ş-şerqi ile'l-xerbi delek
Afitabê ku ne teswîrê ji husna te bitin Nûruha fi nezerî zulmetu dacin we helek
Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik
Çi ji biska te bibêm ahi ji biska te çelek
Ez ji zulfa te veristim mi teleb kir lebê le'l
Lê di çaha zeqenê bê ser û pa çûme helek
Bi umîda te humayî ne Melê tori veda
Wer temaşayê cehan bûye hemî tor û şebek
Ji wîsala xwe zekatê bide miskîn û feqîran Ku cemala te ye kamil di kemala xwe nîsab e
'Aşiqê mes'elexwahî were em muftîyê 'işq în Destekî sunnet e tê da di yekî nessê kîtab e
Vuslatından zekat ver biz miskin ve fakirlere Güzelliğin, kemalinde nisaba ermiştir çünkü
Ey aşık, biziz aşkın müftüsü; sualin varsa gel de bize sor Çünkü bir elimizde sünnet, diğerinde nass-i kitap var
Seher bilbil bi hawar e, di dil da we birindar e
Kul û nalîn jı bo ar e , ne gul mane ne gulnarek
Bülbül kalpten yaraladır,seher vaktinde çığlık atar.
Yara ve inleyiş ona yakışmaz ,ne gül kaldı ne gülnar
İnsan ber e 'alem durext sultan ji xelwet hate text
Pê zeyyinîn Îqbal û bext dewlet ji bala tale da
Sultan ji bala hate xwar lahût bi nasûtê vesar
Peywesta bû nuqta medar dewra 'urûcê gerwe da
Aşiq er carek ji bala lê bidit berqa mecaz
Dê li nik sahibdilan hetta ebed bit serferaz
Keşfê esrarê sifatan bê mehebbet nabitin Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz
Lami'a husn û cemalê dê ji 'ilmê bête 'eyn
'Işqi da jê hilbitin kî dî heqîqet bê mecaz
Husn û hub bê yekdu nabin dê bikin şah û geda Nûri nadit şu'leya Mehmûdî bê şem'a Eyaz
Me'neya 'işqê dizanî ayeta husnê bixûn
Da tu herfên muhbetê yek yek ji hev kî îmtiyaz
Camid çi kin bi husnê ku wan nezer li xwar e
Xerteb'etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeş
Bêzî dikit ji gencan ji remz û naz û xencan
Qedré gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş
Xaliba ehlê zemanî ma Mela ademî yin Venemayin ji kerê me'y reş û gayê te yî beş
Şerbeta lam û bê'yan ez bi heyatê nadim Badeya le'lê bi ava zulûmatê nadim
Hûr û wildan û peri cumle cema bin iro
Mûyeki pê ji xetê wê put û latê nadim
Ger bidit dest tewafa pê û destan bigirim Wê mecalê bi wuqûfa 'Erefatê nadim
Ez û yar ger şevekê herdu hemaxûş bibin Leyletulqedr e me ew şev bi Beratê nadim
Canê şîrîn ku ji yar ra bixudan ez dikirim
Ne bi yarê xwe di weqtê sekeratê nadim
Şerbeta zehrê helahil ku hebibê me bi dest
Bi gulab û şeker û qend û nebatê nadim
youtu.be/fhq5PK2Ljog?si=...
Min di dil kovan hezar in dax û keyber bêhîsab Mihneta werdên bi xar in wên di dil da sed nîşab
Sed nîşab in min di dil îro ji xarên sorgulan Yek bi yek peykan çevî bûn çûne cergê da kulab
We ye hudhud ji Seba bêt û bizanîn çi ye hal Ku li halê me xerîban ne sual û ne cewab
Herdu birhên te ne mihrab çi îman û çi kufr Bûd û nabûd ku yek in ev çi sewab û çi 'îqab
Were nîşanî Nîşanî de xwe bê perde seher
Lê ji xûnê bike perhîz ku şehîdan çi hisab
Tu narê firqetê zanî dikarim ez tehemmul kim Diyarê kohê Qendil im meger fil im di 'işqê da
Zehî derdê mezin firqet ceger sot ateşê da dil Cihê sebrê nema çendan ferec min dî di sebrê da
Mela bêqameta yekta qiyamet min bi çehvan di, Firaqê rûsiya bin te ji min canê şîrîn cê da
Yarê ku di em geda desti bi destê me da
Em bi semayê birîn reqs û sema jî we ma
Gote me durdane yî em ji te û tu ji me yi
Lew bi heqîqet yek în mes'ele bê şubhe ma
Ismê te ye mektûbi di diwanê qidem da Herfek qelemê "ilmê bi teqwimê reqem da
Eşkal û xetên daîreê nuqteê 'ilm in
Ev neqş û mîsalên di xeyalatê 'edem da
Mim metle'ê şemsa ehed ayînesifet kir
Lami' ji 'Ereb berqê li fexxarê 'Ecem da