Xortki xama, wexta ku nú simběl ser lêva wî diqelêşe û di-gije bist saliya xwe, bi dil be an bé dil be, roya ku eskeriya wî tê dere eskerîyê. Qey bi Tirkî qet nizane. Piştî ku pênc şeş meh derbas dibe ferman tê. Di fermanê da, dibên gerek hemû eskerê di wê bolûkê da mejbûr tevlî şer bibin. Haziriya xwe dikin, dikevin rê derin şer. Şerkî sivik e, ne giran e. Qaçaxçî û eskera li hev teqandiye. Teq û teq û teqqqqqq! Bera hev didin. Qaçaxçî paş da vedikşin, şer disekine. Fermandaré eskera dibê, bira hemû esker li hev kom bibin. Tên. Dikevin rêzê.
Fermandar dibê:
"Tiving û rextê xwe dênin û bira her kes fişekê xwe bij-mêre."
Fişeka dijmêrin. Hal ew hal e ku wexta çûne şer, di cercůra her eskerkî da neh fişek hebûne. Méze dikin, di cercúra her yeki da sê çar fişek mane lê di cercûra eskerê me da deh fişek hene. Fermandar lê şaş dimîne û ser da diqîre:
"Ma çawa bû berxê min? É her kesî kêm bûne ê te zêde bûne. Xêr e? Ez ê bibém te fişekik jî neteqandiye, lê a zêde ji ku hat?"
Camêrê me, ji gotinė fermandar fem nake. Dibe cingcinga fermandar. Herçiqas di ber dide, lê dike nake pê nade fêmkirin. Ji qahra dipirse dibė:
"Kî ji zimanê viya fêm dike?"
Yek destê xwe radike. Fermandar dibe:
"Jê bipirse, bë ka vë fişeka zêde ji ku anîye!"
Gava ku hevalê wî jê dipirse dibê:
"Qomitan dibê, te fişeka zêde ji ku aniye?"
Camêr dibê:
"Mi ji xwe ra li erdê dî."
Fermandar dibê:
"Malê bavê te ji ku hatiye ku li erdė rijiyaye? Ma vir bendera bavê te ye?"
Û dibė ciring şimaqkë pë va dike. Çirûsk ji ber çavê wî de rin. Çend pêhna jî pê va dike şûn da hîn şîreta lê dike. Pişti eskerîyê diqedîne të malê. Ji adetê ye, xelk dere xêrhatina wi. Li çîrok, meselok û qulûwelikė wi godar dikin. Ew jî vê serpé. hatiya xwe ji civatê ra dibê. Dibe tiqetiqa civatê û ji xwe ra pë dikenin.
Yekî mizawir û bêhawe