Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Eşa Genim

Ramazan Kavak

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
"Li ser tenêtiya minî beyar, Kenê xwe bireşîne.."
Bikene..
"demên ji kenên te dûr, bêwate, vikuvala û windayîne bo tîna dilê min bişke bikene, tenê bikene..."
Reklam
Netirse
"û heta ku mirin ji jiyanê bitirse bila cengawerên evînê şer bikin, li ser dilên te evîn netirse!."
've ölüm yaşamdan korkana kadar, aşk cengaverleri dövüşsün senin yüreğinde/ aşk, korkma!
Çil roj û çil şev, esîman çiriya ji hêrsa lehiyê dibe nalenala erdê her tişt helak dibe bi xezeba xwedê ji bilî keştiyekê di navbera avê û esîman de hêdî hêdî diheje... û piştî pênc mehên girse li Cûdî, berî hesin bavêje jiyanê... komek kevok firîyan di berkurkan wan de bîşengên bihêvî çend dem derbas bûn, lê venegeriyan herkes kete gûmaneke kûr Û li dûv wan çûn Geriyan li nêz û li dûr Dîtin ku li Efrînê, ser çiqlên zeytûnê yên hatine şikestin digirîn, darên aştiyê bi jehra şerperestiyê dinalîn, dil diarihîn, wijdan diperitîn û kirin qîrên û hewar, welatê bihuştê, bi postalên reş dieciqe li ser çiqlê zeytûnê baskên çend kevokan şikestin çend kevok mirin li çiyayên Efrînê Ey Xwedê; Tofana di nava gelan de wê kengî biqede!
Sayfa 55 - Na YayınlarıKitabı okudu
Heke rojekê tiştekî bikujim Ewê bêdengî be Wisa ne bidizî, ne bi xafil Di qadeke girseyî de yan jî di kolaneke tevbiger de Rûbirû, ne bi bêbextî Bi egîdî, ne bi namerdî Dizanim ne yek e, ne didone, pir gelek in Ez ê biçim yên herî hêzdar Û bi girêka gewriya wî girim û bijdînim û bijdînim û bijdînim! Heta ku bi awaz awaza gotinên lewaz bêdengî bifetise! Nasekinim ezê li qelebalixê bizîvirim Û heya dengê xwe yê dawî biqîrim Ez kûjerê bêdengiyê me Hûn jî şirîkên min!
Sayfa 31 - Na YayınlarıKitabı okudu
Kewo çiqas tu dişibî gelê min dilêr î, mêrxas î, şervan î Lê nezanî Çar aliyên te davik vedane Kewgêrî hostad in û bitifaq in Lê tu ji ku zanî? Kewo çiqas tu dişibî gelê min Li şiqekî te çiya, li şiqekên din rikeh êsîrî dîsa qebqeba te ye singa te fireh e, nikulên te sor ji bo ribatî herdem şer dikî lê ne bi kewgêran re bi qewmên xwe re
Sayfa 53 - Na YayınlarıKitabı okudu
Reklam
Ji dayika Taybet re...
Tu dizanî? Bi kul, bi elem, û bi keder çend dayîk, pîr û kal bûn bi hesreta rojên bêşer xewnên wan jî newayên azadiyê şêrîntirîn xeyalên wan jî bihuştê xweştirin lê tev xembar û dilbirîn ew dayîkên ku, tu rojên xweş nedîtine!
Sayfa 35 - Na YayınlarıKitabı okudu
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.