Helebçe: heştê kîlometreyan li başûrê rojavayê Silêmaniyê û şanzdeh kîlometreyan dûrî tixûbê Îranê. Li deşta Şarezûrê, bajarokek di hava çiyayên Şenrow, Hewreman û Balamboyê de ye. Di 16 Adara 1988an de, seet 11 û 35an, balafirên Sedam Huseyn bombeyên jehra xerdelê bi ser bajêr de barandin. Di çend kêliyan de, nêzîkî pênc hezar jin û mêr û zar ketin ber dasa mirinê û ji vê dinyayê bê par man. Gunehê wan ew bû ku kurd bûn û ew di navbera şarê Iraq û Îran de bûn çêreya kîna ba'siyên Bexdayê û xwedî şaşikên Tehranê.
"Çeşmha re bayed şost, cûrê dîger bayed dîd, zîrê baran bayed reft."
Belê, çav gerek bêne şûştin, gerek ew tiştin din bibînin, gerek mirov di bin baranê de bimeşe.
Sohrap Sepehrî
Dema ez zarok bûm, min Xwedê dît. Min firîşte dîtin. Min sırr û razên cihanên jêr û jor dîtin. Min bawer kir ku hemû mirovan ew yek didît, lê min zû zanî ku wan tiştek nedît.
Şemsî Tebrîzî