Ev ferhenga, ji Tirkî-Kurdî (6805 bêje) û ji Kurdî-Tirkî (7891 bêje), bi du beşan hatiye sazkirin. Bi bêjeyên ku di jiyana rojane de herî zêde tên bikaranîn û bi bêjeyên ku di qisedanê de biyanî pê hewcedar bin, hatiye amadekirin. Wextê van bêjeyên hanê hatine berhevkirin (ji kîjan zimanî dibe bila bibe), li çavkaniyên wan nehatine mêzekirin, wek xweyî hatine nivîsandin û bêjeyên ji vaca ziman dûr û çêkirî nehatine bikaranîn.
Ez hêvîdarim ku ev berhema hanê, xebatek pratîk û kêrhatî ye û ji bona hemû kesên ku pêwendîdarê zaravaya Kurdî re, bi şêwazek hêsanî bê fêmkirin û têgihiştin, hatiye amadekirin.
Di despêkê de taybetmendiyên alfabeyê hatiye nivîsandin û bi zimanê Tirkî ve pêwendî hatiye çêkirin, ji bo taybetmendiyên tîpan-dengan bên fêmkirin him bêjeyên Tirkî him jî yên Kurdî hatine nimandin. Li pêş bêjeyan bi gorî vatiniyê, babetên wan hatine nivîsandin û ji ber ku Kurdî de zayend heye bi taybetî nav bi zayendên xwe hatine diyarkirin. Di dawiya ferhengê de jî bi kurtasî mînakên reng, jimar û deman û axaftinên rojane hatine nivîsandin.