-Li cem min weha ye, pêşî azadî dûre hezkirin.
-Çima ne her du bi hev re?
-Mixabin ji bo me nabe. Miletê bindest mîna mirovê nexweş e, berî her tiştî di êşa canê xwe de difikire û ji bo wê li derman digere. Karê bilez ji bo yê nexweş, peydakirina derman e.
- Rast e, lê hezkirin jî derman e.
- Dermanê tu dibêjî yê kesekî yan du kesan e û yê ez dibêjim yê miletekî sax e, yê mîlyonan mirovan e.