Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Şerha Dîwana Melayê Cizîrî

Gerdeniya Gewherî

Mela Ehmede Zivingi
10/10
3 Kişi
3
Okunma
2
Beğeni
539
Görüntülenme
Çapa taybet a Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, “Gerdeniya Gewherî” ya Mela Ehmedê Zivingî bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket. Ev 400. kitêba weşanxanê ye, herçiqas kitêbên Avesta ber bi 500î ve çûbin jî, jimara 400 ji bo çapa taybet a şerha Cizîrî hatibû veqetandin. Li fûara Diyarbekir jî çapa normal a şerhê wek 3 cild derketibû. Avesta bi munasebeta derketina şerha Cizîrî li Fûara Kitêban a Stembolê konferansekê durist dike. Beşdarên konferansa ku 9ê mehê li fûarê pêk tê amadekarê kitêbê Emîn Narozî û Kadri Yıldırım in. Bêguman ev berhema bi navê ‘Iqd el-Cewherî/Gerdeniya Gewherî’ ya şerha Dîwana şaheser a [Mewlana] Melayê Cizîrî gava ji hêla Miftiyê Qamişloyê zanayê hêja Mele Ehmedê Zivingî (1893-1971) ve hat nivîsîn û weşandin hingê di nav feqî, mela û zanayên wextê yên erebîxwên û erebîaxêv de gelekî nav da, lê navûdengê wê bi tenê ne li nav zana û xwendeyên kurdan ên derva û yên nav Kurdistanê belav bû. Lê herweha navûdengê wê gihîşt heya gelek welatên biyanî û bi taybetî jî welatên ereban ên mîna Misir, dewletên erebîaxêv ên bakurên Afrîka û paytextên Ewropa jî. Çawa ku weşanxaneya es-Sebah gava çapa duyem ya erebî weşandiye jî ew ji devê Zivingî lê bi kurtî weha daye nasîn: “Bi vî awayî wergerandin û şiroveya Dîwanê qediya û bû mînakek ji bo rewanbêjî, balkşiya ser rêkûpêkiyê û baweriya wêjeyî. Bêguman bêzêdekirin ev kitêba pêşî ye di cûreyê xwe de ku di dewlemendiya kitêbxaneya erebî de beşdariyeke weha pir çalak kiriye û jixwe pêrabûna bi karên weha ve jî ji bo danenasîna edebiyata gelê kurd ê misilman bi gelên din gaveke mezin î giring e. Wergêr bi xwe di çapa pêşî ya sala 1377/1957an de gava ku li çapxaneya el-Rafidîn a bajarê Qamişlo hatiye weşandin, serpereştiya qonaxên rastkirin, çapkirin û derxistina vê Şerha Dîwanê kiriye. Hingê ew li welatên rojhilata erebî û rojhilata navîn heya bigihê balatirîn deverên Kurdistanê belav bûye û bi saya mezinî û gerrvedana tora weşandin û belavkirina gelemperî û taybetî ew ketiye Qahîre û paytextên Ewropa jî û pê re jî ji bo hêjadîtina vê xebata mezin a wergeranê ji wergêrî re ji kesên bîrewer, edîb û siyasî peyam û nameyên rûmetgirî û pesindanê raweşiyane. Jixwe bi derketina vê Şerhê re xwendevan û xemdarên hunera klasîk bi taybetî jî yên Cizîrî êdî dikaribûn wê baştir fêhm bikin û qenc bizanibin ku şi‘rên Cizîrî ne bi tenê hinek qesîdeyên sofîkî yên devkî ne, lê belkî ew xwedî naverokeke evînî, fîlozofî, mitesewifî feleknasî, dîroknasî, civaknasî, ol û dînnasî, zimannasî û nîşan û dirûvên sembolî û gelekên din in. Zivingî bi wê xebata xwe ya giranbiha gelek tevlîheviyên ser dema jiyana Cizîrî û evîna wî jî ji holê rakir, ew cudahiyên ku li ser jiyan û evîna wî hem di nav xelkê de belav bû û hem jî di gelek berhemên tarîxî û edebî de hebûn, komî ser hev kir, pirên wan paqij û sererast kirin û ne temam be jî dema jiyana wî ya nêzîktirînê rastiyê derxist holê. Herweha ji ber ku heya dereng jî bi piranî çapa Dîwana Cizîrî ya Stembolê li ber dest hebû û ew jî bê zêr û ziber (bêvokal) bû xwendina wê zehmet bû ku ji ber vê jî herkesê erebîxwên jî dest ji naverokê berde jixwe nikaribûn honraweyên wî rast bixwînin jî. Lê Şerha Zivingî bi zêr û ziberkirina (vokaldanîna ser) gotinan xwendina wê jî hêsantir kir ku hemî kesên erebîxwên heya quranxwên jî êdî bêzehmetî dikaribûn wê bixwînin.
Yazar:
Mela Ehmede Zivingi
Mela Ehmede Zivingi
Çevirmen:
Emin Narozi
Emin Narozi
Tahmini Okuma Süresi: 34 sa. 0 dk.Sayfa Sayısı: 1200Basım Tarihi: 6 Kasım 2013Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279028Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Ciltli

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.