Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Edebiyat / Kürt Edebiyatı

Guneh

Kadri Can (Qedrî Can)

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Carekê min di kitêbekê de xwendibû: "Serhatiyên meriv çiqas kevnar be, di mêjiyê meriv de ew qas şopên kûr dihêle..."
Ew pelên ku ji kitêba jiyîna min hatine çirandin, îro parçeyên wan ên riziyayî berhev dikim, bi hev dizeliqînim... Dixwazim ji wan, kitêba bextiyariyê çêbikim.
Reklam
...ez jî bûme xortekî pîr. Li pêşîya xwe dinêrim: leylan û guman. Li dora xwe mêze dikim: mij û dûman...
Ey tayê spî! Ez nızanım xwe çawan jı te xelas bıkım û çawan jı te bırevım!
Sayfa 53 - Lis Basın YayınlarıKitabı okudu
Gava meriv ji halê xwe nerazî be û ji pêşiya xwe guman be, dizîvire li rojên xwe yên derbasbûyî dinêre... mîna pîrên riziyayî ne dixwazin bijîn, ne jî dixwazin bimirin... tenê û tenê li rojên xwe yên çûyî bifikirin; xortaniya xwe, zarotiya xwe bînin bîra xwe û bi vî awayî bîna xwe derxin...
Ez dızanım tu rêberê mırınê yî, rêberê wê rêyê yi ku tu rê lê nabe... Çıma rûyê xwe tırş bıkım? Mın jı xortanîya xwe tu xêr nedît ku jı pîrbûna xwe bıtırsım... Mın şêrnîya dınê tam nekır ku talbûna axîretê madê mın tırş bıke... Wey lı ser seran û lı ser çavan tu hatî, ey tayê spî!...
Sayfa 53 - Lis Basın YayınlarıKitabı okudu
Reklam
Tayek Porê Spî...
Li ser şopa Menfelotî Îro, sibehê di ber eynê re derbas dibûm. Min di nav porê serê xwe de tayekî spî dît... mîna birûska şeva tarî, diçirisî. Gava çavê min pê ket, veciniqîm; mina ku ji nişka ve, şûrek li serê min keve... nola ku yek ji ezmên dakeve û di destê wî de aleke spî hebe û mizgîna mirinê bide min... Min fam kir ku derdekî bêderman e,
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.