Gava meriv ji halê xwe nerazî be û ji pêşiya xwe guman be, dizîvire li rojên xwe yên derbasbûyî dinêre... mîna pîrên riziyayî ne dixwazin bijîn, ne jî dixwazin bimirin... tenê û tenê li rojên xwe yên çûyî bifikirin; xortaniya xwe, zarotiya xwe bînin bîra xwe û bi vî awayî bîna xwe derxin...