baskê bazekî şikandin
asîman firrînek wenda kir
çavê xezalekê korr kirin
awirek ji kîsê deştê çû
guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir
lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyaye çû
dibêjin av pirr sempatîk e
dema ku li ber awêneya
kaniyekê dikene
dibêjin dar pirr sempatîk e
dema ku kulîlka yekem
li pora xwe dide
dibêjin çiya pirr sempatîk e
dema ku cara pêşîn
kirasê berfê li xwe dike.
dibêjin deşt pirr sempatîk
dema ku êvar tê
di kêleka wê de radikeve...
sala pirtûkê
sala jinê
sala zarokan
ey nûnerên neteweyên yekbûyî
li vir, di sala pirtûkê de
pênûs kuştin
li vir, di sala jinan de
zarok kuştin
li vir, sala zarokan de
dayîk kuştin
li vê derê, sal weke par e
par pêrar e
li vir, tenê navê salekê heye
sala zindan û sêdarê