Heyv Li Esmanê Diyarbekirê

Rojen Barnas

Heyv Li Esmanê Diyarbekirê Quotes

You can find Heyv Li Esmanê Diyarbekirê quotes, Heyv Li Esmanê Diyarbekirê book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Ezimandin
Bi xêr hatî Cumhûriyet(!) Û tujî Demokrasî(!) Kerem kin ser doşekê Tivingê xwe bavêjin pîncê dîwêr Bi keys rûnên. Ku hûn birçî ne, Malhazirî Hêkerûn heye we bivê.
Tu metirse dilê min Tu metirse ....... Sen korkma yüreğim Sen korkma.
Reklam
Çeviri yorumda :)
Rojbaş Beyanî be xêr Ez û tu Bi çivik-firê Sê hezar kîlometre ji hevûdû dûr Lê, bi giyanî Ji canê hev ji hev re nêziktir in. Dengê min nagihîje te, dizanim Di vê berdestî sibê Di xewka şîrîn Pêjnê Hilîne Ku bibêjime: Di xewnê de rojbaş Di xeyalê de beyanî be xêr.
Zarokên Me...
Zimanê wan Qedexe kirî Lê, Zarok Bi zimanê xwe dileyîzin. Malokan, Bi zimanê xwe çêdikin. Awir didin, Çindik davêjin, Bi zimanê xwe. Bi zimanê xwe Digirîn, Dikesirin. Veneşêrin berberiyê zarokno! Veneşêrin! Li asiwayê mefera me Bi zimanê xwe Bibişirin.
"Megrî AMEDA min, megrî Xêliya reş vegire Lê, Tu car û tu car Bê mefer nebe."
Helbet
Ev ba ku neleqe, helbet Helbet sedemeke wê heye Pel, li gulyê daran bê deng... Helbet sedemeke wê heye: Qîrîn, di kalanan de lal Û hêrs, di postê mêşinê de.
Reklam
Çeviri yorumda :)
Ey tîhna di nav pêlên xwînê de! Meqerime Meqerise Raneweste weşekî Bifûre Bikele Meawiqînê gera xwe Haya te Ji te Hebe.
Gul li şaxê Kulîlk di guliye xwede geştir e ...... Gül budakta Çiçek dalında coşkundur
Çeviri yorumda :)
... Tu wisa Bi çavekî xwas Bi mantiqekî rût Li sinê min menihêre. Heriya min, Di teşta çandekî mêjûyî de Bi hezar salan Hatiye hevîrkirin Û ez hatime patin...
Nizanim Kengê
... Nizanim kengê Wê têr pirtûkên min hebin gelo Erê têr û seretêra xwe bixweynim; Bê fikare, Bê tirs. Nizanim kengê Nizanim gelo kengê?
190 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.