You can find Heyv Li Esmanê Diyarbekirê books, Heyv Li Esmanê Diyarbekirê quotes and quotes, Heyv Li Esmanê Diyarbekirê authors, Heyv Li Esmanê Diyarbekirê reviews and reviews on 1000Kitap.
Em li Dêrsîmê not hezar,
Li Zîlan
Bê hejmar hatin kuştin.
Lê dîsa jî
Gihîştin îro.
Şêx Seîd gelek in, ji bona darê
Li zindanê tev Ezîz Yûsif
Bi saya xwe
Emê zîl bidin
Bifitiqin
Li Kurdistanê
Her roj.
Ez, dara,
çar
reh
Kulîlka çar serî
Û şemala
çar-çira
Ez Rîzoyê Dêrsimî me
Qazî Mihemedê Mehabadî
Li Rewandûzê şax davêjim,
Dibişirim
Li Çîyayê Kurda
Bi zeraqa Rojê re.
Nizanim gelo kengê
Gava bi pirtûkek biçim malê
Navêje ser çavê maliya min
Perpûta mirinê:
Stuyê xwe xwar neke li alîkî
Û bi gazin nebêje:
"Bes e...
bes e...
bes e..."