Bi kurtasî be jî min xwast lêkolînek li ser vê romana Mahmut Baksî bikim. Lê berî ez li ser romanê binivîsim min lêkolînek têr û tije ku li ser vê romanê hatiye kirin dît. Piştî ku min vê lekolînê xwend ez fikirîm ku ez çiqas baş binivîsim jî wê li ber vê lêkolînê kêm bimîne, ji ber vê yekê min xwast ez vê lêkolîna Selamî Baran bi we re parve bikim. Kerem bikin bixwînin.
Ez dixwazim di serî da bibejim ku armanca vê nivîsê danasina Mahmûd Baksî û romana wî Hêlîn e, ne rexne kirin e.
Romana Hêlîn di sala 1983an da li Swêdê bi zimanê Swêdî û di sala 1984an da jî bi Kurdî li Swêdê tê çapkirin.
Hêlîn bi şevaza bildungsroman hatîye nivîsîn û ez şaş nizanibim ku heta vê salê jî di wêjeya kurdîya nûjen de bi vê şevazê romanek nehatîye nivîsîn.
Jixwe di wêjeya kurdî de heta salên 80yan hêjmara romanên ku hatîye çapkirin qasî tilîyen du destan e û ji bilî ekola Kafkasyayê jî bi gelenperî hemû nivîskarên me qarekterên polîtîk in û armanc û xwesteka wan jî eve ku dengê kurdan bidin bîhîstîn.
Wateya peyva “Hêlîn”ê ya yekem her çiqas mala firindeyan be jî, nivîskar di destpêka romanê de tevsîra helînekî dike ku ji du rûpelan pek tê, em despêka romanê de tê digîhîjin ku hêlîn xanîye, hêlîn mal e, hêlîn war e, hêlîn welat e, hêlîn Kurdîstan e.
Ji bilî vê tevsîrê jî di pirtûkê de tevsîren xurt hene, nivîskar di rûpela 77an de tevsîra Deşta heranê dike ku ez tama wan tevsîran jî xwandevanên hê pirtûkê nexwandine re bihêlim.
Hêlîn lehengê serekeyê romanê ye û vebêjerê pirtûkê jî bixwe ye.
Çîroka Hêlîn hê di zikê dayîka xwede destpêdike û heta dibistana seratayî berdevam dike.
Di vê berhemê de nivîskar neynîkê dide ber civakê û dibêje de li rewşa zarokan binêrin, ew ji zayînê û heta cîvanîya xwe çiqas bêparêzî û destvalane, bibînin. Pirsgirekên cîvakî, pirsgirekên aborî, koçber bûn û