Jixwe emperyalizm dixwaze jinê bike rewşeke ber destê zilêm. Bike pêlîstokek. Mixabin vêya bi rêya televizyonê û bi rêya ragihandinê bi her kesî ve daye pejirandin. Jina ku xwe nexemilîne û ne li gora dilê zilêm be, nayê hezkirin. Jixwe jinê jî vêya bi her awayî qebûl kiriye. Heta ku jin beden û laşê xwe pêşkêşî çavên zilêm bike û mîna xizmetkareke her daxwazên zilêm tevbigere, azadiya jinê pêk nayê.