Kulîlkên Ezêb

Kamiran Ali Bedirxan
Tahmini Okuma Süresi:
1 sa. 40 dk.
Sayfa Sayısı:
59
Basım Tarihi:
1998
Yayınevi:
Avesta Yayınları
ISBN:
9789757112297
Ülke:
Türkiye
Dil:
Kürtçe
Format:
Karton kapak
Sıralamalar

Yorumlar ve İncelemeler

Ev ne lêkolîne!
Puan vermedi·59 syf.·
2022 3. kitabı
Celadet Elî Bedirxan zimannasê kurd, neviyê mîrê Cizîrê û Botanê Bedirxan Beg û xeribê gelê Kurd. mixabin wûsa ye... Derkevin ji derve ji Kurdan bipirsin bêjin "Celadet Elî Bedirxan" kiye? Sadi 90 yê bêjin ew kiye. Ew kiye ka em hinekî behsa wi bikin: wê çaxê ew çaxa ku kurd dihatin qetilkirin û dihatin xapandin, mixabin hê wûsa ye. Wî ji bo zimanê xwe ne pê çeka pê nivis û xwendinê seri rakir û berxwe da û têkoşînek dîrokî da. Bedirxan tevî Haco Aga û ronakbîrên din ên navdar ên kurd li Sûriyê di damezrandina Xoybûnê de rolek aktîf lîst. Bedirxan ku di salên 1930an de ji xebatên siyasî dûr ket û xebatên xwe yên li ser kurdî xurtir kir, di 15ê Gulana 1932an de kovara Hawarê derxist. Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî ku îro tên bikaranîn, cara yekem di kovara Hawarê de hat bikaranîn. Bedirxan di sala 1942an de li Şamê bi navê Ronahî li kêleka Hawarê kovareke kurdî ya wênesaz derxist. avakerê alfabeya kurdî ya latînî Celadet Bedirxan di 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê wefat kir, tirba wî li Şamê ye. ( Ma çê dibe gelo ez herim ser tirba wî axx çiqas dixwazim) Piştî mirina wî, xebatên zimanê kurdî yên ku wî di saxbûna xwe de çêkiribûn li hev kom kirin. Berhemên wî yên qedr û qîmet Elifba Kurdî Rêzimana Kurdî Rûpelên Elfabê Ferhenga Kurdî Rêzimana Elifbaya kurdî Dîbaca nimêjên îzêdiyan Çima Dîrokê de kesên ku pê şûr û çeka şer kiyi nav û deng in? Çima yê Dirok nivisi bê qedrîn û nayên naskirin? Ez bawerim hûn ji niqaş in wûsa rast hatinin "dibejin ka pirtûkên we ka Diroka we ka delîlên we" Gelê me ne Zanyar û Niviskarên xwe ne ji hunermendên xwe nas dikin (kêmasiya herî mezin)
Kulîlkên EzêbKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 1998136 okunma
Puan vermedi
Di wêjeya Kurdî de yek ji pirtûkên helbestan herî baş e. Ziman û vegotina Kamîran Bedirxanî pir xweş û zelal e. Bi piranî hevokên wî kurt e û bi dubarekirina hevokan aheng çê dike. Helbestên wî mina stranan in. Jixwe hin helbestên wî di berê de hatin bestekirin. Bi min Mîr Kamîran jî dikarin wekî "dengbej" tê hesibandin. Hemû helbestên di pirtûkê de, berê di kovara Hawarê de hatine weşandin. Wekî ku tê zanîn, Kamîran mirovekî welatperest e. Ji ber vê yekê helbestên xwe bi piranî bi Kurdistanê tekildar in. Her tim ji yekîtîyê behs kir û li ser parastin û pêşketina zimanê Kurdî sekine. Di pirtûkê de helbestên evînê jî hene. "Kulilkên Ezêb" di eslê xwe de helbesta evînê ye. Digel vê di helbestên nivîskarê de herî navdar e. Bi min di pirtûkê de helbesta herî xweş "Kulilkên Ezêb" e. Ji bilî vê Kamîran di helbestên xwe de ji Zerdeştî jî pir behs dike. Ew di eslê xwe de misliman e, lê ji Zerdeşt û felsefeya wî pir hez dike. Di helbesta "Yekbûn û Yekîtîya Kurdî"yê de hevokên wûsa hene; "Zerdeşt bû melayê kevnê Kurda Qanon bû çirayan Zendavesta Ew felsefeya qadîm û pir nûr Zendî, zimanê kevn û meşhûr Zerdeşt û çiraya zîvê Zerdeşt Ruhnî ew e, ser çiyayên û ser deşt Her kat ji kitêba Zendavesta Pêtek bû dil, gurî di desta" Ango, ew Zerdeşt û Avesta yî wekî hêjahîya civakî tê dihesibîne. Bi kurtî, ji bo kesên ku helbestan hez dikin pirtûrkekê pir baş e. Bi min her Kurd divê Berdirxan'î bixwîne. Ji ber ku wêjeya Kurdî ya nûjen(modern) bi wî dest pê dike. Slav û rez.
Şiir
Kulîlkên EzêbKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 1998136 okunma
9/10
·59 syf.··
2023 3. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 10 Ocak 2023 00:56
Kulîlkên Ezêb Helbest, di nav hêwirzeya jiyanê de bêhnvedaneke bêhempa ye. Helbestvanek carina tehma jiyanê lê carina berevajî jana jiyanê gelek spehî tîne ziman. Gava min Kulîlkên Ezêb xwend bi vî awayî di bandora hestan de mam. Bi saya guhdarîkirina Yunus Dışkaya gelek helbestên ku pirtûkê de cih girtine haya min jê hebû wekî ; Gulê, Heyv û Stêr û Pehîz. Lê belê helbesta Kulîlkên Ezêb min cara yekem bû dengê hunermend Temo guhdarî kir êdî çend rojan ji bilî Temo û Kulîlkên Ezêb hemû stran qedexe ne :) youtu.be/xyD9OCX8MNg
Kulîlkên EzêbKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 1998136 okunma
Reklam

Yazar Hakkında

Kamiran Ali BedirxanYazar · 13 kitap
Kürt tarihinde önemli ve etkili yazarlardan Kamuran Alî Bedirhan, soyadından da anlaşıldığı üzere Cizîra Botan’ın miri olan Bedirhan Paşa’nın torunu, Mir Emin Alî’nin de oğlu, Celadet Alî Bedirhan’ın ise kardeşidir. 21 Ağustos 1895 yılında İstanbul’da dünyaya gelen Kamuran Alî, çocukluğunu burada geçirir. Kamuran Alî, Bedirhan ailesinin diğer gençleri gibi bilinçli bir nesil olarak yetiştirilir. Yükseköğrenimini İstanbul Hukuk Fakültesinde yapar ve avukat olur. Bir süre sonra gittiği Almanya’da hukuk alanında doktorasını tamamlayan Kamuran Alî, artık “Dr. Kamuran Alî Bedirhan” olarak anılmaya başlanmıştır Hayatı fedakarlık ve üretkenlik içinde geçen Kamuran Alî, 6 Aralık 1978 yılında Paris’te vefat ettiğinde geride birçok eser bırakmıştı. Eserleri şunlardır: Kürt Alfabesi, Benim Alfabem, Şeriat Dersleri, Seçilmiş Metinler, Okumaya Başlarken, Kürtçe Dilbilgisi, Anadili, Kürtçe Sözlük, Kürtçe Okuma, Kuran Tefsiri, Hayyam’ın Dörtlükleri, Proverbes Kurdes – Kürt Atasözleri, Kürtçe Şiirler, Der Adler Von Kurdistan, Aydınlık Karı, Kürtçe Şiirler (Fransızca çeviri), Kürtçe Gramer (Türkçe açıklamalı). ---------------------------------------------- Kamiran Alî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21'ê tebaxa 1895'an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û li wir parêzerî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943'an de li Bêyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin. Kamiran Bedirxan di sala 1947'an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir. Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih pertûk nivîsandin. Herçiqas pertûkên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine. Kamiran Bedirxanê ko hemû jiyana xwe dabû çand, ziman û wêjeyê kurdî, di sala 1978'an de li Parîsê wefat kir. Kamiran Alî Bedir-Xan di salên 1940 de, dersên xwendina kurdî dida Kurdên Libnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên Kurdî yên radyowa Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte 2 caran bû, roja Çarşembê û roja Înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat. Kamiran Alî Bedirxan serek da Kurdistana Başûr sala 1970, û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8'an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbixwe xiste dilê giştiya guhdêran. Kamiran Alî Bedirxan sala 1971'ê serek da Kurdên Beyrûta Lubnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke kurdî ramyarî bi awayekî fermî pejirand, û destûra xebata ramiyarî da kurdên Libnanê. Kamiran Bedirxanê ko hemû jiyana xwe dabû çand, ziman û wêjeyê kurdî, di sala 1978'an de li Parîsê wefat kir. Kamiran Alî Bedir-Xan di salên 1940 de, dersên xwendina kurdî dida Kurdên Lubnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên Kurdî yên radyowa Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. Weşana radyoyê her hefte 2 caran bû, roja çarşembê û roja înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat. Kamiran Alî Bedirxan serek da Kurdistana Başûr sala 1970, û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8'an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbdixwe xiste dilê giştiya guhdêran. Kamiran Alî Bedirxan sala 1971'ê 8serek da Kurdên Beyrûta Lubnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke Kurdî ramyarî bi awayekî fermî pejirand, û destûra xebata ramiyarî da Kurdên Lubnanê.