Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Kulîlkên Mala Mirîyan

Mîna Acer

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Zemanê zîz
ji kenê te li bejna şevê stêrk ji dengê te li ser lêvê straneke hezarawazî ji gîriyê min dilopên delodîn kom dibin demsala payîzê zemanê zîz ji te re dikim bahra evînê di ser re derbas be ji ber xwe diafire demsaleke nedîtî dûrî zemanan derveyî zemanan ristik ristik ji kezîyên min diweşin melodîyên bi navê te neqişî bila di navbera me de bimîne strana negotî fanosên gundan çirokên xewnên min bila nîvçe bimîne kenê te li kuçeyên dilbixwîn
Sayfa 16 - Weşanxaneya LîsKitabı okudu
tu kulîlkan biçînî di wan guldankan de..
Sayfa 35 - Weşanxaneya LîsKitabı okudu
Reklam
daket ji pêlikên dilê min..
Sayfa 46 - Weşanxaneya LîsKitabı okudu
sê cara min maç kir qelbê pênûsa te.. kaleminin yüreğinden öptüm üç defa…
Sayfa 48 - Weşanxaneya LîsKitabı okudu
Helbest
wê rojê dinyayê xwe di nava herîya tarîtiyê de vegevizandibû gavên te ber bi erebê ve nediçûn gavên min ji te bidûr bi ber lehîya bendewariyê diketin bi awirên çavan te destên xwe di singa hemù kuçe a kolanên welêt re radikirin gotin jê didizin
Sayfa 12 - Weşanxaneya LîsKitabı okudu
Hezkirin
Û min ji kenê wî hez kir li asîmanan di binê keskesoran re derbas dibû..
Sayfa 42 - Weşanxaneya LîsKitabı okudu
Reklam
Bêriya dayikê
îroj min di ser aveke giramokî re gav kir yade pelik û her du guliyên min weşîyan zanim êdî tu tune yî paxila min maçı biki carina mista xwe tije av dikim li ser rêya ku tu tê re derbas dibûyî disekinim li benda te bi erde de dihere giştek dixwazim bêm satila xwe bavêjimm wê bîra pişt xêni gava giran hat nikaribim tu ji destekî xwe bavêje weris bikişîne bi min re
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.