li herdu aliyan êsir im. di qefesa singê de û di çavên te de! dizanim bo te ez ne tu tiştekî me, ne li vê dinê û ne jî li ba te! lê wiha bêdeng li min nenihêre! ger ev bêdengî ji ber jinbûna min be, li hebûnê ne heq e, tenê - vecd-e.
de ka bibêje ezê çi bikim laşê bi emanet ku niha cesedê xwe bi xwe hilgirtî me. ger her giyan li xwe terk- kirî be û kes pê nizane dê cilên emanet jî ji xwe nakim, serî xwar nakim, li hewşa xanê, navê li min e ji xwe nakim. ger agirê pîroz sî gav ji min dûr û av lê mûr e, nameyên te ji min xeydan û ew kesên sê gav ji min dûr e, li qederê bi nav nakim.
- tu ya winda yî?
nizanim, tenê dimeşim!
- nizanim, lê li pirsekê digerim!
- li çi digerî
- nizanim , lê li pirsekê digerim.