Kürtçe Metin & Türkçe Çevirisi

Mem û Zîn

Ehmedê Xanî

Mem û Zîn Posts

You can find Mem û Zîn books, Mem û Zîn quotes and quotes, Mem û Zîn authors, Mem û Zîn reviews and reviews on 1000Kitap.
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e Wê hukim di destê şîrê rûs e
Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e Ew ‘ar li xelqê namidar e Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye şa‘ir û feqîran
Reklam
Ger dê hebûya me padişahek La‘iq bidiya Xwidê kulahek Te‘yîn bibûya ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek Hasil bibûya ji bo wî tacek Elbette dibû me jî rewacek Xemxwarî dikir li me yetîman Tînane der ji destê le‘îman Xalib nedibû li ser me ev rûm Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Ger dê hebûya me serfirazek Sahibkeremek suxennewazek Neqdê me dibû bi sikke meskûk Ned’ma wehe bêrewac û meskûk Herçend ko xalis û temîz in Neqdên bi sikkeyê ‘ezîz in
Bextê me ji bo me ra bibit yar Carek bibitin ji xwabê hişyar Rabit ji me jî cihanpenahek Peyda bibitin me padişahek şîrê hinera me bête danîn Qedrê qelema me bête zanîn Derdê me bibînitin ‘ilacê ‘ilmê me bibînitin rewacê
idbara me wê giha kemalê Aya bûye qabilê zewalê Ya her wehe dê li ’stiwa bit Hetta weko dewr munteha bit Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
Reklam
Geri199
1,000 öğeden 991 ile 1,000 arasındakiler gösteriliyor.