Ez dibêjim ku carekê çav li Zînê bikeve ew ê bi ser hemdê xwe ve were. Fermanê bide li ber devê zindanê, bi du defan û bi du zur- neyan dawetekê li dar bixe, bila Zînê xemla xwe li xwe bike, Zînê têxe serê govendê bila destmala xwe li ba bike, gava Mem çav lê keve ew ê dilê wî şewq bide û rehet bibe, tu yê jî bi silametî ji bin vî barî xelas bibî. Yan na tirsa min ew e ku Mem di zindanê de bimre!