CABA MÊRKÎMÎ
Siltan Hemîd gote Kurmanc:
Min standye we text û tac,
Hûn hîştine bêxwey-xudan,
Bê dewlet, bê extyar û bac.
Kurmanc go: "Em heta sax in,
Ber siltana qe danaxun,
Em ê rokê 'esê rabin,
Ser kelê te Weten raxin..."
Şikoyê Hesen
caba mêrkîmî: cewabdayina mêrane ya bêtirs û xof;
'ese: miheqeq, bêşik.
DIQURÇIMIN GULÊ TE
Ax, Kurdistan, Kurdistan,
Li te derd in, zivistan,
Dil te bûye kêlê xûn,
Ewledê te qeyd, basxûn...
Li serê rya û dirba,
Xurê 'erdê û tirba...
Li nava şer û cengê...
Ber birûsk û merg, çengê...
Ax, Kurdistan, Kurdistan,
Li te te'rî ye, te'ristan,
Ji dest derd û kulê te
Diqurçimin gulê te...
Şikoyê Hesen