Bi sêr û surr e,
Cewahir, durr e
Zimanê kurdî…
Bi xemil, rewş e,
Şîrin û xweş e
Zimanê kurdî…
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e
Zimanê kurdî…
Gewgewê çyan e,
Kubra teyran e
Zimanê kurdî…
....
Bira dinê hogir hebin şibhê Çekan, şibhê Tajdîn
Bira dinê muhbet hebe mîna huba Memê û Zîn,
Bira dinê Bekir bimrin, bimrin xayîn, bimrin durû,
Ku hilneşin bircê hubê, welnegerin ew deverû
Bi sêr û sur e,
Cewahir, dur e
Zimanê kurdî...
Bi xemil, rewş e,
Şîrin û xweş e,
Zimanê kurdî...
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê kurdî...
Gewgewê çiyan e,
Kubra teyran e
Zimanê kurdî...
Qezel, helbest e,
Şemdana dest e,
Zimanê kurdî...
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê kurdî...
NAZÎÊ ZERÎÊ
Çî te ra nin dêmê gulî,
Çî te ra nin çe'vêd reş,
Tu hubê ra ne 'evdal î,
Tu gede yî, sewdafe'ş.
Tu çi zanî nazîê zerya,
Tu çi zanî huba dil,
Gelo rokê dil te helya
Bona dêmê min î gul?
Şikoyê Hesen