Bi sêr û sur e,
Cewahir, dur e
Zimanê kurdî...
Bi xemil, rewş e,
Şîrin û xweş e,
Zimanê kurdî...
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê kurdî...
Gewgewê çiyan e,
Kubra teyran e
Zimanê kurdî...
Qezel, helbest e,
Şemdana dest e,
Zimanê kurdî...
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê kurdî...
DIQURÇIMIN GULÊ TE
Ax, Kurdistan, Kurdistan,
Li te derd in, zivistan,
Dil te bûye kêlê xûn,
Ewledê te qeyd, basxûn...
Li serê rya û dirba,
Xurê 'erdê û tirba...
Li nava şer û cengê...
Ber birûsk û merg, çengê...
Ax, Kurdistan, Kurdistan,
Li te te'rî ye, te'ristan,
Ji dest derd û kulê te
Diqurçimin gulê te...
Şikoyê Hesen
NAZÎÊ ZERÎÊ
Çî te ra nin dêmê gulî,
Çî te ra nin çe'vêd reş,
Tu hubê ra ne 'evdal î,
Tu gede yî, sewdafe'ş.
Tu çi zanî nazîê zerya,
Tu çi zanî huba dil,
Gelo rokê dil te helya
Bona dêmê min î gul?
Şikoyê Hesen