Gulîzer Xanimê, bo xatirê Morof, Nûrê kiribû berdestiya xwe, rind li wê dinihêrî, komekî dida wê ku hezkirina Nûrê ber bi xwe ve bide pirrkirin. Lê carekê ew pirsê eşkere ji Nûrê re vedike, dibêje:
- Nûrê, delaliya min, tu dizanî ez gelekî ji te hez dikim, lê ez dixwazim neynesîya vê hezkirina xwe ji te re bi hûrgilî vekim, dixwazim bizanibim, tu ji Morof hez dikî?
- Belê, xanima min...
Caba Nûrê mîna gulleyê di dilê Gulîzerê re derbas bû. Çavên Gulîzerê tijî hêsir bûn, ew wekî ku pisîk xwe davêje ser mişkan, dixwest wisa baz de ser Nûrê û wê bixeniqîne, lê fikirî û paşê di dilê xwe de got, "Nûrê çi gunehkar e? Extîyariya wê heye.”
- Nûrê, eger Morof li ser te bizewice, tê dîsa ji wî hez bikî?
Nûrê li çavên xanima xwe nihêrî, serê xwe berjêr kir û serwext bû ji nêta Gulîzerê.
-De şuxulê te ye, eger tu bi vê yekê re razî nebî, ez ê Morof bi destî bavê xwe bidime tîketîkekirin, dîsa tu yê bî bimînî, hemîn mêrê min heye, wê min bistîne. Bi giliyekî kin heta sê rojan ez wext didime te û mêrê te, bifikirin, j min re bibêjin, yanê na ez ê serê wî bidim lêxistin! De rabe here.