Were barkeyn, çavêt belek em hêlayn
...
Were Dîcle!
Were rûbarê dîn û har
Were barkeyn ji vî warî
Ne ez evro xudan yar im
Ne tu evro xudan yar î
- Kî ve barkeyn û agirê xerîbiya
Evroke yê di sîngê min da bûye çiya
Kî ve barkeyn û ez rûbarekê har im
Mehîneka bê lixav û bê hefsar im
Kî ve barkeyn?
Min hemî kovan û birîn
Evro bar in
Li xopana vî warê germ
Min du çavêt reş û belek
Welat û kovan û yar in!
Mueyed Teyib
Çavêt te
Çavêt te yar
Du çeper in
Du senger in
Mijûlanikêt te tivengêt lûlî-kel in
Hê hê perî!
Bihêle, bihêle
Ez di xendeka çavêt te da
Wekî Emê Gozê bijîm
Lê ne bo mêraniyê û hind
Navê min biçît bajêr û gund
Belku
Bo
Jîneka bilind
Mueyed Teyib
Jêrenot:
Mijûlanik: bijang
Jêrenot:
Jinek ji Tirî
Her gaveka,
Ez te dibînim,
Bi te mest dibim
Ez nizanim,
Tu jin î
Yan cameka tije mey
Adem..
Ji axê çêbûye
Iblîs..
Ji agirî
Ez..
Ji keviyeka berfê û
Tu jî
Diyare ji ûşiyekê tirî
Mueyed Teyib