En Beğenilen Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min İletileri
En Beğenilen Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min iletilerini, en beğenilen Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Têrbûn
Ev sed sal in,
hûn têr nebûn ji xwîna Kurdan?
Mesûd Barzanî
Ne ez benî
Ne agir têr dibe ji daran
Ne derya ji çem û rûbaran
Ne dinya ji xwîna me û
Ne em ji azadiyê
Mueyed Teyib
Ez dê Jîm
Bo salvegera şehîdên
Genosîda Enfalê.
Sê kurrên wê pêkve di çirkeyekê da şehîd bûn.
- Noke bo min
Çi tiştek ji mirinê aramtir heye?
Çi tiştek ji jiyanê bijantir heye?
Lê ez bimirim
Kî dê şîna we bigêre?
Ez bimirim
Kî dê bi bejn û bala we bibêje?
Ez bimirim
Kî dê rondikên kel,
Li ser kêliyên we birêje?
Ez dê jîm.
Dayika wan pê li dilê xwe kir û got.
Mueyed Teyib